Balyoza Emerîkî li Netewyên Yekgirtî Nêkî Hêlî duh Duşemê 9.4.2017 di axaftineke xwe de li ser Tora CNN a Medyayî da xuyakirin ku, çareseriyeke siyasî li Sûryayê di hebûna Esed de ne pêkan e, ev yek jî dihêle ku Trump nêzîkatiya xwe li pêşber Sûryayê biguhere, li gorî ku wê got.
Balyoza Emerîkî tekezî li ser wê yekê kir ku çi pêşbînî nînin ji bo çareseriyeke siyasî ta Esed li ser desthilatdarê ye, her wiha got ku çi rengên ewlehî û hêminiyê di rûdêmên Hikûmeta Esed ne xuyan e.












































