Şer û pevçûnên giran, car dî di navbera Hêzên Sûryaya Demoqrat QSD’ê û Da’işê de li rex Firokxaneya Tebgayê rû dan.
Li gorî Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ev şer di pişt êrîşeke çekdarên Da’işê li ser baregehên QSD’ê rû da, û di encamê de gundê Elebad ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin û zêdetir ji 25 çekdarên Da’işê hatin kuştin.