Taybet – Bûyerpress
Hejmarek ji çalakvan û rojnamevanên bajarê Qamişlo, îro sibehê 9’ê Nîsana 2017’an li Qada Osaman Sebrî bi seknekê, êrîşên kîmawî li ser Xanşêxûnê şermezar kirin.
Ev çalakî ji aliyê komek ji çalakvan û mafnasan ve hat lidarxistin.
Kesên beşdar diruşmên şermezarkirina rûdana Xanşêxûnê û palpiştiya goriyên rûdanê, bilind kirin.