Li darstanên Herêma Otar Bradîş li Welatê Hindê, zarokeke 10 salî hat dîtin û texmîn hene ku li nêv meymûnan dijiya.
Bijîşkan got ku ev zarok nikare biaxive û wekî meymûnan tev digere.
Efserekî mezin ji polîsên Hindê got ku dema me ev zarok li daristanê dît, bi meymûnan re dilîst û wekî wan lebat dikir .
Her wiha efserê Hindî Sorîş Badaf got ku dema me xwest em zarokê bînin, meymûnan êrîşî me kir.
Bijîşkên ku guh li tenduristiya vê zarokê dikin gotin ku ev zarok bi tenê qîj dida û li ser dest û pêyên xwe bi rê ve diçû, lê aniha rewşa wê ber bi başiyê ve diçe.
Gelek çavdêrên li Hindê, vê zarokê wekî Mawkiliyê Eflam Kerton dinrxînin, û ta vê gavê nehatiye zanîn ka ev keça li daristanê hatî dîtin, çend salan li wir jiyan kiriye