Balyoza Emerîkî li Neteweyên Yekgirtî Nîkî Hêlî got ku hilanîna Serokê Sûryayê Beşar Elesed ji ser desthilatdariyê, yek ji pêşgavên Serokê Emerîka Donald Trump e.
Her wiha îro Şemiyê di bernameyeke televizyonî de Hêlî tekez kir ku, ji pêşgavên Waşintonê jinavbirina Da’işê, tunekirina şopên Eyranî li Sûryayê û hilanîna Serokê Sûryayê Beşar Elesed in.
Hêlî destnîşan kir ku “Em Sûryeke bi ewleh di hebûna Esed de nabînin”