Rêberê Şepêla Sedrî Muqtede Elsedir îro di daxuyaniyeke xwe de der barê topbarana Emerîka li ser Sûryayê, daxwaz ji Serokê Sûryayê Beşar Elesed kir ku xwe ji serokatiyê vekişîne.
Her wiha Seder diyar kir ku divê Emerîka û Rûsya destên xwe ji kar û barên Sûrî vekişînin û êdî hew zererê bihigînin Sûriyan.
Di berdewamiya daxuyaniyê de Sedir ji Serokê Emerîka Donald Trump xwest ku dest ji helwestên xwe yên eletewş berde, ji ber ev yek dê bandora xwe ya neyînî li tevahî Civata Navdewletî bike, û her wiha destnîşan kir ku Sûrya dê bibe agirgeh ji bo Emerîka û serboriya Vêtnameke nû dê were dubarekirin.