Taybet – Bûyerpress
Komîteya Kurd a Parastina Tundbûyan roja Pêncşemê li Nivîsgeha Şepêla Pêşerojê li bajarê Qamişlo, bi amadebûna dezgehên jinan, rûnişteneke hevpeyvînê der barê mafê jinan ji mîratê, bi bêjerê Mizgevta Qasimo Şêx Mihemed Se’îd Ebdulwehab re li dar xist.
Komîteya Kurd a Parastina Tundbûyan ji Rêxistina Jina Azad, Komeleya Afirîn a Jinên Kurd,Yekîtiya Jinên Kurd “Rûdoz” û êzgeha Hêvî fm pêk dihat.
Ev rûniştina hevpeyvînê, bi armanca rawestandina tundiya bi bihaneya olê li dij jina Kurd hat lidarxistin.
Şêx Mihemed Se’îd di destpêka axaftina xwe de cihê jinê di Islamê de, ji erkdarî û mafên wê li gorî nivîsên Qur’anê da xuyakirin, û bêhtir giraniya axafitnê li ser daxwza jinan bo para xwe ji mîratê bû.
Her wiha Şêx Mihemed Se’îd tekez kir ku nivîsarên Qur’anê zelal in der barê para jinê jinê ji mîratê, ew jî bi birina nîvparê ye.Der barê dema xwestina mîratê, divê ku piştî mirina bavê re be, û çi şerm tê de nîne , ji ber çawa ji mafê kur e, ji mafê keçê ye jî.