Di civînekê de ku Serokê Emerîka Donald Trump vebijêrkên nêzîkbûna ji Rêjîma Sûrî genegeşe dikir, hin berpirsên beşdarbûyî di wê civînê de eşker kir ku vebijêrka herî xurt ku dihat gengeşekirin”Derbeya Serjêkirinê” bû li ser Qesra Serokatiya Sûrî ku dikeve rojavayê navenda Şamê li ser girekî.
Heman berpirsên ku nediviyan navên xwe eşker bêjin, gotin ku Trump di nêzîkatiya xwe de ji kirîza Sûrî , pişta xwe sipartiye hin efserên jêhatî, ew jî Wezîrê Berevaniya Emerîkî Cîmis Matîs, Ceneralê berê di Peyaya Deryayî de û Rawêjkarê Ewlehiya Netewî Itş Ar Makmaster in.