7’ê avrêlê Roja Tenduristiya Cîhanî ye. Kovara The Lancet lêkolînek kir û ragihand ku kişandina çixareyê li dinyayê kêm bûye. Lê balkêş e li welatên wekî Tirkiye û Rûsyayê hejmara jinên çixareyê dikişîne zêde dibe. Kovarê lêkolîna xwe li 109 welat û herêman çê kir.
Vane hin amar ji lêkolîna kovarê:
– Ji kesên di navbera salên 1990-2015’an cixare dikişand li gor hejmara mirovan ji sisêyan yek kişandin kêm bûye. Pispor radigihînin ku kampanyaya li dijî cixareyê di vî warî de bandora wê hatiye dîtin.
– Di sala 1990’î de hejmara kesên cixare dikişandin 870 mîlyon kes bû, di sala 2015’an de ev derketibû 933 mîlyon kesî.
– Di nav kesên cixareyê dikişînin de piranî zilam in. Ji her çar zilaman yek rojê ji yekê zêdetir cixareyê dikişîne. Ji nav jinan sedî 5.4 cixareyê dikişînin.
– Li dinyayê ji her deh nexweşiyên ku dibin sedema mirinê yek sedem jê cixare ye. Cixare ku dibe sedema nexweşî û seqetiyan ev xirabiya xwe didomîne.
– Di sala 2015’an de 6 mîlyon û 400 hezar kes ji ber bikaranîna titûnê mirine.
Rewşa Tirkiyeyê
– Li Tirkiyeyê di sala 1990’î de ji sedî 30.2 kesî cixare dikişand, di sala 2015’an de ev daketiye ji sedî 22.9. Li Tirkiyeyê herî zêde mêr cixare dikişînin; di sala 1990’î de sedî 47.7 mêrî cixare dikişandin di sala 2015’an de ev daketiye sedî 32.3. Berevajî vê di warê jinan de kişandina cixareyê ji sedî 13.4 derketiye sedî 14.1.
Welatên dest jê bernadin
Li Endonezya, Bangladeş, Fîlîpînler hejmara kişandina cixareyê neketiye. Li Rusyayê hejmara jinên cixare dikişînin zêde bûye.
– Pispor dibêjin dê li Afrîkayê kişandina cixareyê zêde bibe. Ji Zanîngeha Nottingham John Britton dibêje ku bikaranîna berhemên titûtê ji welatên dewlemend ber bi welatên feqîr û welatên aboriya wan ne zêde ye belav dibe. Yanê dê welatên feqîr ji welatên dewlemend zêdetir cixareyê bikişînin ku rewş ber bi wir ve diçe.