Duh înê di 7’ê Avrêlê de li ser dika Zanîngeha Rojava, çalakiyên konferansê yekemîn yê Yekîtiya Ciwanên Rojava li ser asta Qamişlo bi dawî hatin.
Ew jî bi amadebûna Hevseroka Encumena Sûryaya Demoqrat İlham Ehmed,Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo, Hevseroka Desteya Ciwanan Hemrîn Elî, Ciwanên PYD’ê û nûnerên saziyên sivîl û li bin diruşmeya ” Bi Giyanê Berxwedana Ş.Sozdar û Ciwan, Em ê Serok Rizgar Bikin û Civakeke Demoqrat û Azad Ava Bikin” , konferans bi rê ve çû.
Konferans bi rawestana xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewana dest pê kir, paşê çend axaftin ji aliyê nûnerên deste û saziyan ve hat xwendin.
Di dawiyê de birek ji biryar hatin ragihandin, ew jî ev in:
_Azdaiya rêber Ebdulah Ocelan bingehê kar û xebatê ji bo me , û bersivdayîna tenahiya li ser rêber Ocelan bi rêya lidarxistina çalakiyên cihêreng.
_Hêzên YPG’ê û YPJ’ê hêzên Rojava ne, û zêdekekirina hêzên welatê me ji prensîpên karên me ye.
_Bêhtir aktîvkirina Hêzên Parastinê Civakî, û çêkirina tabûrekê bi navê Tabûra Ş.Ciwan, ji bo raberkirina tolhildanê ji giyanê Ş.Ciwan re.
_Misogeriya mafê jinê, û gurkirina xebata li dij hişmendiya nêrîtiyê bi pêşengiya jina ciwan.
_Xebitîna li dij hişmendiya rêgezî, û serweriya jinê ji bo civakê
bingehê dijberiya hişmendiya ku cudahiyê têxe di navbera her du rêgezan de.