Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim îro Pêncşemê, tekez kir ku Dîmeşqê çekên kîmawî li dij gel û zarokan bi kar neaniye û ne tîne, û ne jî li dij teroran jî bi kar naîne.
Ev daxuyaniya Welîd Elmu’elim piştî twanbariyên hin welatên rojava ji Dimeşqê re bi kîmyabarana li bakurê rojavayê welêt, hat.
Her wiha Elmu’elim car dî tekezî li ser wê yekê kir ku Artêşa Sûrî çi çekên kîmawî bi kar neaniye û destnîşan kir ku yekemîn derbeya asîmanî li ser Xanşêxûnê ji milê artêşa Sûrî ve di roja Sêşemê demjimêr 11.30 sibehan de bû, ew jî armancgitina embareke çekên Cebhet Elnusra bû.