Bi sponseriya Rêxisitina Jinê li Partiya Pêşverû, duh Çarşemê li Hola Nûredîn Zaza li bajarê Qamişlo, semînerek li jêr navê”Hin Rûpel Ji Têkoşîna Jina Kurd” ji aliyê endama rêxistinê Mîdya Şêxê ve hat dayîn.
Ev semîner bi amadebûna nûnerên dezgehên civaka sivîl û rêxistinên jinan hat lidarxistin.
Piştî rawestana xuleke rêzgirtinê ji bo pakrewanan, Mîdya Şêxê semînera xwe bi xwendina dîroka jina Kurd dest pê kir, her wiha rola jina Sûrî di şoreşê de destnîşan kir ku di hemî aliyên xebatê de her beşdar e.
Di semînera xwe de Şêxê hin destkeftiyên jina Kurd anî zimên wekî( Leyla Qasim, Leyla Zana) her wiha hin ronîkirin der barê rasteqîna civakî ku jina Kurd lê jiyan dike.
Semînera bi tevlîbûna beşdaran û bersibandina pirsan bi dawî bû.