DAIŞ’ê bang li çekdarên xwe yên li Tirkiyê kir ku di referanduma 16’ê Nîsanê de li hemî sindoqên hilbijartinan êrîşan pêk bînin.
Rêxistina tundrew, di hejmara 8’an a kovara mehane Rumiyah de dîyar kir ku ji bilî Xwedê, bijartina qanûndanêran kufr e.
‘’Çawa ku kesên di referandumê de bêjin ‘erê’ ew ê kafir bin, yên bêjin ‘na’ jî dê kafir bin. Divê Misilman bi tu awayî neçin ser sindoqên hilbijartinan, dûrî wan cihên hilbijartinan bisekinin û ji bo kesên dengên xwe didin jî dijminîya xwe ragihînin’’
DAIŞ’ê bi berdewamî ji çekdarên xwe xwest ku ew roja referandumê herin hemî cihên hilbijartinan, agir berdin wan deran, hilweşînin û kafiran jî bikujin.
Di heftenemaya el-Naba de jî DAIŞ’ê banga bo êrîşa roja referandumê dubare kir. Di el-Naba de, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hat şermezar kirin û hate gotin ku divê Misilman neçin ser sindoqên referandumê.