Çalakiyên Kernevala Vejîn Ji BoPêşkêşkirina Xwrinên Folklorî li Qada Azadî li Efrînê di roja xwe ya duyê de berdewam e, ew jî bi pêşkêşkirina xwarin û şêraniyên folklorî yên Efrînê.
Di roja duyê ji kernevalê, bi sedan ji welatiyên deverê berê xwe dan Qada Azadî û li kerneval xelekên dîlanê çê kirin.Paşê Hevseroka Mecilsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd axaftinek kir, tê de pîrozbahiya gel li ser vê kernevala folklorî kir. Her wiha giringiya vê kernevalê ji bo danasîna kultûrê Kurdî destnîşan kir.