Çalakiyên Kernevala Sêyem a Şanoyê li Rojava piştî her du şanoyên li Dêrikê , bi dawî hat.
Encam û pileyên şanoyan dê di 5’ê Avrêlê de werin ragihandin.
Di bin durişmeya “Li Ser Dika Jiyana Azad Em ê Aleya Şanoya Rastiyê Hildin ” çalakiyên Kernevala Sêyema Şanoyê Li Rojava di roja xwe ya 6 û 7’an de li bajarê Dêrikê dewam kir, ew jî bi pêşandana du şanoyan li ser dika şanogeha Dicle ya Çand û Hunerê.
Di her du şanoyan de Hevserokê Encumena Damezrêner a Federaliya Demoqrat Mensûr Selûm, hejmarek ji nivîskar, derhêner,nûnerên saziyan û bi sedan ji xelkên deverê amade bûn.
Şanoya yekê li jêr navê”Serwerê Cerê Avê” ji aliyê Koma Ş.Ezîz Ereb ve ku girêdayî herema Til Koçerê ye hat pêşandan. Ew şano ji nivîsa Welîd Umer,Derhêner Ebdulhadî Brahîm û bi tevlîbûna 20 şanogeran bû.
Şanoya duyê bi navê” Veceniqî ” ji aliyê Koma Ş.Daxistan ve ku girêdayî herema Qamişlo ye hat pêşandan.Ew şano ji nivîsa Qasim Metrûd, Derhêner Şevzan Mehmûd û bi tevlîbûna yek şanogerî bû.