Encûmena Parêzgeha Kerkûkê sibe bo guftûgokirina encamdana referandûmê li Kerkûkê û biryara Parlementoya Iraqê ya der barê Aleya Kurdistanê li wî bajarî kom dibe.
Li gor karnameya civîna siba ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di civînê de pirsa encamdana referandûmê li Kerkûkê û biryara parlementoya Iraqê ya daxistina Aleya Kurdistanê li wî bajarî tên guftûgokirin.
Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Almas Fazil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, sibe Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pirsa encamdana referandûmê li Kerkûkê guftûgo dike. Tekez kir jî, daxwaza encamdana referandûmê li Kerkûkê li ser daxwazkariyeke yasayî û destûrî ye.