Hêzên Ewlehiya Navxweyî ” Asayîşa Roj Ava” duh şemiyê bazirganekî madeyên hişbir ku miqdarekî mezin ji giya û liban pê re bû, girt.
Bi hevrêziya di navbera dezgehên saloxgeriyê yên li bajarên Amûd û Qamişlo, duh bazirganê hişbiran li Qamişlo (Taxa Xerbî) di siwareyê de li pêşber deriyê mala xwe hat girtin.
Kîloyek ji giyayê hişbir (Cûreya Macûn) ku di torbeyan de bû û 5000 libên Kaptîkol jî ku pê re bûn, hatin desteserkirin.