Di pişt rizgarkirina rûberekî berfereh ji gundewarên bajarê Reqayê, gundewarên rojhilatî Reqayê ji bo Meclisa Reqayê hatin radestkirin.
Di vê der barê de daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclisa Reqayê Leyla Mustefa ve li gundê Menaxr hat dayîn, tê de hat gotin:
“Em li Meclisa Reqayê, sipasiya hêzên QSD’ê dikin ku soza xwe ya bi rizgarkirinê bi cih anî.
Her wiha sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim ji bo destpêşxeriya wan bi radestkirina heremên rizgarkirî ji bo meclisê.”