Ji îro sibehê ve şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Mertala Feratê û Meclisa Minbic a Leşkerî de li Çemê Sacûrê li dar in.
Li gor ku jêderine xwecihî tekez kirine, ji aliyekî ve êrîşên hêzên Mertala Feratê û ji aliyê din ve topbarana topên Turkan berdewam in.
Ev şer li herema Çemê Sacûr rû daye, û temamî milê Sacûrê aniha şer lê berdewam e.