Daxuyaniyek ji aliyê Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê ve
Ji ber metirsiya me li ser ewlehiya Bendava Feratê, ji ber sitandina pêrabûnên pêwîst û li ser xwesteka Rêveberiya Bendavan, em biryara rawestandina operasyonên leşkerî li hawîrdorê Bendava Feratê bi tenê ji bo 4 demjimêran didin.
Ev biryar di demjimêr 1’ê piştî nîvrojê de dikeve warê cîbibcîkariyê ta demjimêr 5 ji dîroka bîst û heftê Avdarê, da ku tîma endezyaran karibe derbasî nava bendavê bibe û bi karê xwe rabe.
Fermandariya Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê
27-3-2017