Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Rêdûr Xelîl ji Ajansa Roytirzê re da xuyakirin ku Rûsya dê li bakurê Sûryayê bargeheke leşkerî çêke.
Her wiha Xelîl got ku Mosko dê hêzên YPG’ê rahênan bike, ew jî di çarçoveya şerê terorê de.
Rêdûr Xelîl tekez kir ku piştî rêkeftina wan bi Rûsan re duh yekşemê tanzêr û erebeyên Rûsî gihane herema Efrînê.