Di serî de fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava sipasiyên xwe pêşkêşî rêzdar û birayên welatî dike, yê ku aktîv bûn di pêkanîna erkê parastina ewlehî û aştîyane di vestîvalên newrozê de, bi awayekî giştî, her wiha alîkariya wan şertekî bingehîn bû di serkeftin û bidawîbûna vê xebatê, fermandariyê di heman demê de sipasiyên xwe li himber hemû endam û serbazên ewlehiyê nîşan dide ji ber wan karîbû bi xebatên tijî parastina xwepêşandan bikin.
Ji bona vastîvalên newrozê zêdetirî 14 hezar endam û serbazên ewlehiyê hatin amadkarkirin ji bo piroseya parastina bajarên bakurê sûriyê, Û ji van dabeşan pêk dihat : odeya çalakiyên ser bi fermandariya giştî ve, tevna ewlehiya giştî, bîroya li dijî tewanên birêxistinkirî, hêzên asayîşa taybet H.A.T , hêzên hawara hat, polîsên trafîkê, ewlehiya xalên kontrolê, polîsên sivîlî, tevî hêzên asayîşa jin, her wiha sipasiyek taybet li beramberî hêzên parastina civakî nîşan didin.
Di heman hişyariya ewlehî de, fermandariya giştî perdê li ser proseyekê ewlekarî rakir ji bo eynê mebest tê de 14 hezar endam li tevahî bajar û navçeyên bakurê sûriyê beşdar bûn ” cizîrê ,kobanê , efrînê ” herwiha heleb ” taxa şêx meqsûd û xalên asayîşê “.
Ev çalakî bi belavbûna hijmara zêde di kartêkirina piratîkê de hat meşandin, da ku parastin û saxlemiya herêmê yekser ew serwer be, li aliyekî din dewriyên gerevanî di taxan de tevgeriyan ji bo parastina malên welatiyên beşdarî newrozê bibûn, li bazar û dikanên bazirganî û pîşesazî hatin dayîn, herwiha ev pirose berya çend rojên bûrî bi dijwarbûn bi rê ve diat birin, ji bo parastina cih û saziyên sivîlî û hikumî.
Sersala kurdî ya nû ” Şahî dijatiya gefa êrîşan kir ”
Em wek fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava bidawîbûna şahiyên sersala Kurdî”NEWROZ” li bakurê sûriyê bêyî ti bûyer , gefên terorî yan sûc , radighînin
berya roja şahiya mezin ,Ji aliyê me ve çend yasayên ewlehî hatibûn dayîn ku dikeve xizmeta welatiyan, asayîş amadebaşiyên xwe yên jixweheyî kir ji bo parastina newroza 2017an ji karên terorîzman û şerkirina wan çalakiyên ku nerehetî di nav welatiyan dixwaze, 14 hezar efser hatin belavkirin di diyardeyeke nedîtî, tevî ku van şahiyan armancên bêşîn yên terorê ne .
Polîsên trafîkê bi magazînên displîn û rêxistinê xebitîn û rêgirtin li ber bûyerên trafîkî di sala kurdî de.
Di roja sêşemê 21 avdarê de bajarên bakurê sûriyê amadebaşiyên ewlehî dît, hêzên asayîşê dewriyên xwe bi zanebûn û pêdiviyên parastina xalan dabeş kir li kolanan û deriyên ketin û derketina bajar û kantonan herwiha cihê lidarxistina şahiyê.
Bakurê sûriyê cejna newrozê bi lêmiştan pêşwaz kir ,li rex ku ewlehî serwerê herêmê û tevî zehmetiyên atmosferên hewayî yê rojên bûrî , heta şev û roja newrozê hat parastin bê bandora efserên ewlehiyê li ser sadetrîn rêvebirina jiyana welatiyan, tevî ku êrîşên terorîstan di salên bûrî de gihîştin welatiyan û di encamê de hejmarek ji welatiyan şehîd bûn, mijarê ku bû sedema betalkirina şahiyan çend caran, lê bi tekezî hêzên ewlehiyê kar dikin di hêminiyê de man û bardox û helkeftan de.
Hêzên ewlekarî bi hemû dabeşên xwe di astên herî jor de ji kartêkirina piratîkî yê biryar û tedbîran tevgeriya û bû cihê bersiva her gefekî ji derveyî kesayetên amade yan ji ji nav wan, tevî astengkirin rewşa heyî ji gefên terorî heta di rojên yasayî de.
Van tedbîran heta niha serkeftîne kêm zêde, lê em ji welatiyan daxwaz dikin di tevgera û berdewama alîkariya ewlehî de bin bi hêzên asayîşê re, ku tê nîşandan wek bersiva gûncew li dijî terorê.
Piştî bidawîbûna şahiyan di rewşeke sakîn de, dewrî û otombîlên ewlekarî vegerîn qerargehên xwe, û fermandariya giştî serbilind e ku qet ti bûyer û êrîşên terorîstî li cihê şahiyan nehatin dîtin.
Lê neyê jibîrkirin ku êrîşên terorîstî jî dewam in û bi dawî nehatine, her wiha van tedbîrên ewlehî dê her dem mayinde be heta di rewşên yasayî de ji ber ku ermanc jê amadebûna redkirin û dijîtiya êrîşên terorîstê ku belku pêşbîn bin.
Li kantona cezîrê duh di demjimêrên nîverojê de teqînek ji ber mayineke erdê li rex rê di otombîlek sivîlî pêk hat, teqîn di navbera gûndê xirib diyab û erzana ya dûrî bajarê tirbesipiyê 25 km bû, di encamê de welatiyeke jin şehîd ket û 2 kes jî birîndar bû, lê serencamê dawî 2 jin şehîd û 1 birîndar e.
Li kantona efrînê jî hêzên asayîşê cîhazê televezyonan mayinkirî ber bi teqînê ye ger bê girêdan bi eletrîkê, desteser kirin.
Di dawiyê em dîsa dibêjin her sal şad û bextewr bi xêr bijîj
Fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava
Qamişlo 22 / 2 / 2017