Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî bi boneya Newroz û serêsala kurdî peyamek belav kir û got; “Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe, xwediyê biryara çarenivîs û jiyana xwe be.”
Serok Barzanî di peyama xwe de bi helkefta cejna Newrozê û hatina sersala kurdî pîrozbahî li hemwelatiyên Kurdistanê, hemû kurdên li derveyî welat û hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê kir û got; “Hêviya saleke xweş, pir bi bereket û bextewerî ji bo hemû aliyan dixwazim.”
Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî behsa wateya meha Adarê kir û diyar kir, ku ev meh meha serkeftin , xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye.
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
“Li gel wê yekê jî Adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkbirina zulmê û derketina ronahî û jiyanê dide. Ev yek jî tê wê wateyê, ku qurbanîdan û xebat bi encam û bi berhem dibin.
Di qonaxên dijwarên xebatê de, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê, ji parastina nasnameyê heta têkbirina terorîstên DAIŞê, divê bi encam bin û pêwîst e ev xebat û destkeft jî tenê gavekê jî paşve neçe. Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenivîs û jiyana xwe be. Ev yek bersîva herî rast û wefaya herî mezin e ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel.”