……. Û xelata ku çavên te li hêviyê qerimîbûn hat.
Çepk sist bûn, ava çavan şelû bû, bêhna biharê çikiya… Dengê xirecirê, qêrînê, tiving û guleyan hat…
Pif çira şahiyê kirin. Termê jiyanê li erdê rast kirin… Lîrelîra dayikan binax kirin… Û qîreqîra te bi esmanan xistin…
Qêrînên te li ser sînga min agirê Newrozê di dilê min de gur dike…Hêstirên te yên germ dayê ku tev li xwîna min dibûn hêz didan min ta bi dev û diranan jiyanê zeft bikim, ez nizanim ew hêstir jî ên te bûn yan ên heyvê bûn!… Bihna destê te yê ku di xwîna min de avjenî kir û te di nav porê min de dibir û dianî, roja sersala filehan di mejiyê min de tev dida.. . Min ew bêhn dikirin, bêhna biharê, dê, heval, Newroz û jiyanê jê difûriya… Dêmên roja sersala filehan ji berfê sor bûbûn di sersala me de ji xwîna min sor bûne.
Û xelata te dayê…..!
Wê kî sibeha Newrozê xelata te bi giyanê xwe bipêçe û destê te ramûse. Nebêje kurê min vê salê min xelat nekir. Rast e min êvara Newrozê – ne wekî her sal sibeha wê – te xelat kir, lê min xelata îsal ji te re bi dara miradan ve ya ku qurma wê li erdê û şaxên wê li esman şîn tên daliqandiye. Wê ev xelat cihê xwe di jiyana te û her kesî de bigre.
Dayê, sibeha Newrozê gelekî li hêviya min nemînin, wê çavên we biqerimin û ez nayêm, ji ber ku ez ji êvara wê de li nav gul û çîçekan li hêviya we me. Min û her du Mihemedên cêwiyên xwe giyanên xwe li ser serê hemû kurdan raxistiye ta ku Newroza xwe bi dilşadî biqedînin.
Dibêjin pêxemberê me di Buharê de cîhan ronî daye. Me jî di meha avdarê de cîhan ronî da. Pêxember bi hatina xwe û me jî bi çûna xwe. Her ku şehîdek ji me dikeve, rewanê wî li esman dalqandî dimîne ta ku jiyana we geş û xweş bike. Hemû Mihemedên Kurdan di meha avdarê bar kirine. Mele Mustefayê Berzanî – yê ku navê wî jî navekî Muhemed e – di destpêka avdarê de bar kir, Qazî Mihemed di dawiya wê de, û di ortê de bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo. Di 12 Adarê de sê Mihemed hebûn û di 20’ê adarê de sê Mihemed hebûn…..
Nizanim wê vê adarê Mihemedin dî hebin yan na!
Her sê Mihemed
2/3/2009