Ewrên tarî û giran li ser ezmanê Hesekê rawestiyan…. Hesekê wê şevê li ser xatirxwestina li şehîdên xwe dil şewat bû.. Qîrîna dayikan li ser oxira kezebên xwe giha ‘erşê xwedê.. û li wir civiyan û hêviyên aştiyê bo hemû rewan û giyanên ku di ber xaka pîroz de bûne qurbanî xwest!
Mizgetfan banga xwe guhertin, banga wan ne ya nimêjê bû, lê ya xwestina tiştekî dî bû, banga wan ya xwînê bû, bi yek dengî bang dikirin.. xwîn xwîn. Nexweşxaneyên bajêr rê û rêwanî li wan, ji ber kombûna termên birîndaran ji jin û zarokan nemabû, her qurcikek birîndarek lê dinaliya û zarokekî bi delekî şewat bang dikir yadê, yabo…..
dayikan bi dilekî şewat bang dikirin: Heware lawo heware hinavên me hatin xwarê, kezeba me şewitî, ezîzên ber dilên me bar kirin… Zarokan ji nû ve bi qîr û girî careke dî bang dikirin yabo yadê … Bavan bi bêdengî hêsrên çavê xwe paqij dikirin, nerînek bi lez li şehîdên xwe dikirin, û bi lez li birîndaran digeriyan, û bang dikirin keça min lawê min…
Qerbalixa kolanan nayê jibîrkirn, bav digiryan, Bijîşk digiryan, kolan digriyan, û gul û çîçekên buharê jî digriyan. Lê bitenê zikreş û dijmnê mirovahiyê dikenyan.
Kolanên Hesekê bi tevahî ji ber konên şîniyê, şîniya ku ket ser şîniyên Avdarê yên kevin de girtî bûn.
Kesên sivîl û bêguneh, di rojeke dîrokî de , di meheke dîrokî de, bi destên dijminin dîrokî hatin kuştin..
Di meha Avdarê de, di şeva cejna Newrozê de, careke dî, wek her car, em soza şopandina riya azadiyê ji bo şehîdên xwe , şehîdên aştiyê, şehîdên rûmetê nû dikin. Kenê zarokên ku di wê şevê de ji bo newrozê bilind dibûn, em ji xwe re dikin find û çiraya riya dirêj ku ev kiryarên nemerovahî nikare qet û qet me ji ser bide alî.