Gundê Hemzebegê li herêma Dêrikê li başûrî çiyayê Qereçûx pêşberî dara Keçika Kezî dikeve. Ev çiya ne gelek ji rûyê zemînê bilind e û ne gelek dirêj e, ji hêla rojhilat ve, ji Kaniya Dirêj dest pê dike ta digihe Omer Tewîlê di navbera gundê Xana Serê li ser rê û gundê Mêrga Mîra de dikeve.
Gund bi navê Hemzebegê Şikakî hatiye binavkirin lê Hemzebegê Şikakî kengî li vî Gundî daniye û kengî jê bar kiriye kes ji Gundiyan vê yekê nizane, tenê şûna konê Hemzebegê Şikakî hîn li serê girê Hemzebegê xuya dike. Gundên li derdora Hemzebegê ev in:
Li hêla rojhilat, jê re dibejin Malê Newaf ew gund yên kurê Nayîfê Koçer in û li başûrî Malê Newaf jê re dibejin gundê Teyan, ew jî beşek ji koçeran e. Li başûrê vî gundî Tilxenzîrê Piçûk û yê Mezin hene. Li hêla rojava gundek heye jê re di bêjin Besta Sûs. Li hêla rojhilat û bakur gundê Nayîfê Paşê heye, li, quntara çiyê dikeve.
Di dema berê de Hemzebegê û ew gundên wê derdorê hemî yên Nayîfê Paşê bûn, Nayîf mezinê êla Koçeran e.
Girê Hemzebegê bihtir ji pêncsed mitran dirêj e, ji pêşiya gund û bi başûr ve diçe, ji rexê gund ve serîyek e, lê ji rexê başûr ve dibe du serî û her dû serî ne wek hev in, seriyê hêla rojava bilindtir e ji seriyê hêla rojhilat, lewra xelkên Gund miriyê xwe li wir vedişêrin, kirine (goristana gund).Li başûrî her dû seriyan ciyê konê Hemzebegê Şikakî hîn xuya dike, dibêjin di demekê ji deman de Nayîfê paşê konê xwe biriye li ciyê konê Hemzebegê Şikakî daniye lê konê Nayîf ne bi qasî konê Hemzebeg derketiye.
Dema ku Nayîf dibîne konê wî ne bi qasî yê Hemzebege ji xulamê xwe re dibêje konê min rakin ez ne bi qasî vî mirovî me ta ku ez konê xwe li ciyê konê wî deynim.
Gundê Hemzebegê li cîyekî niviz de hatiye avakirin, di nîvê gund de wek hêrekî ji wê tehta nerim heye, xuya dike berê ciyê mezelên xwediyên wî gundî bû, ji ber ku hîn gor tê de hene, hin ji gundiyan dibêjin ev gund di kûrahiya dîrokê de Mosûsanan tê de bûn (Êzîdî ) û ev gor yên wan in, lê hinên dî dibêjin na, ev gund yê Hemzebegê Şikakî bû, ne tenê ev gund lê hin gundên dî li bakurî kurdistanê bi navê Hemzebegê Şikakî hene û yek jî li Kurdistana Iraqê heye, wek ku tê gotin: Hemzebegê Şikakî ew serokê eşîra Şikakan e û di dema berê de Kurd kêm li bajaran rûdiniştin û sînor wek îro di nava Kurdistanê de nebûn ji lewma Hemzebegê Şikakî li gor demên salê li nava Kurdistanê digeriya, ji bo sermê û germê yan ji bo çêra sewalên xwe . Ji vê yekê hin dibêjin çi ciyê ku Hemzebegê Şikakî konê xwe lê daniye ew der maye bi navê wî.
Îro pêncî û neh mal di Gundê Hemzebegê de hene ji wan, çar mal bê nasname ne û şîniyên gund tev çarsed û sî û sê mirov in.
Bîst û şeş malan ji Gund bar kiriye hin ji wan çûne Şamê, hin çûne Qamişlo û hin jî çûne Dêrikê, bê guman ev tev ji bo rewşa abûrî koçber bûne û bi deriyan ketine, hijmareke berbiçav ji xwendevanan di gund de hene.
Li hêla Rojhilatî Gundê Hemzebegê, du newal hene her dû newal navê wan ev in: Besta Xedîra û newala dî jê re dibejin Newala Goza, ew newal gelek lat, şikêr û tehit tê de hene, lê çima navê wê bûye Newala Goza, ez nizanim, tevlî ku yek dara gozan li wê deverê tevî nîn e. Ew newal hinekî ji Gundê Hemzebegê dûr e ev her dû newal li hêla rojhilatî gund dikevin.
Li başûrî Gund du gir hene yek jê navê wî Girê Girxerdel e .Xuya dike di demekê ji demên dîrokê ve, ev gir hatiye avakirin ji ber ku gelek qehfik tê de hene û axa wê wek tifikê ye. Girê Girxerdel hinekî bilind e, di buharan de mirov nikare here serê Gir hingî gelaş û sitirî li serê gir û dora gir çê dibin. Girê dî jê re dibêjin, Girê Hesenê Îso lê ev gir ne gelekî ji erdê bilind e lewma îro ew tê çandin û terektor dikarin lê cot bikin, ew jî wek ê dî qafik lê hene xuya dike ev gir jî di dema bûrî de hatiye avakirin ji lewma dema ku mirov axa wî dide hev qafik tê de derdikevin xuya ye ku ev şûnwarê bav û kalên me ne.
Li hêla rojavayî Gundê Hemzebegê newalek heye jê re dibejin Eyşbetal, li newala Eyşbetalê ji hêla başûr ve hin kevir û şikêr hene, lê ji hêla bakur ve lat û tehtên mezin hene. Dema ku mirov diçe nav wan, hinek tirs bi mirov re çêdibe, yanî di dema berê de, carnan kalemêrê gund digotin cin li Eyşbetalê hene, lê tu carî kesî nedigot va min cinek li newala Eyşbetalê dîtiye.
Li hêla bakurî Gundê Hemzebegê hin ciyên dî hene wek; Çil Kanîk, Çil Kanîk di dema bûrî de kesî nedikarî tê re here, hemî qeram û çîtik bûn, û avzanik bûn û Kaniya Keçikê û Kaniya Şerebiya û av e, Tehlê û Gêç. Li hêla rojava li serê çiyê Dara Keçikê heye ew jî çîrokek wê ya dîrokî di dîroka wê deverê de heye, ji Dara Keçikê û başûr de Dara Kurikê Rewal heye. Bajarê Kurik
û Dara Kurikê Rewal, ev her dû dikevin pişta çiyê, ew ji gundê Hemzebegê ve xuya nakin.
Gora Nayifê Koçer li ber Dara Keçikê hatiye çêkirin, dema ku mirov li binê darê disekine û li dora xwe dinêre, nexasim li hêla başûr ta çavê mirov difitirine mirov dibîne, ji ber ku di wê hêlê de cî ji wî cî bilintir nîn in û pêşiya çiyê ji hêla başûr ve deşteke rast e(Erdekî rast e)ji lewma Nayîf ji zarokên xwe re gotibû dema ez mirim min li bin wê darê veşêrin. Jixwe di demekê ji deman de Nayîf û Erebên Şemeran bi hev re şer kirine hin dibêjin Nayîf ji lewma xwestiye ku gora wî li pêşberî wan Ereban be ji ber ku Erebê Şemer li başûrê çiyê dikevin ta bi sînorê Iraqê.. Lê mixabin îro ew çiya hemî bûne bîrê Betrolê, lê tiştê baş ew e, ku ji sala 1999’an ve, hikumetê dest bi çandina daran li dorman dora çiyê kiriye, û aniha hin ji wan daran baş mezin bûne, ji ber ku hikumet nahêle sewal here çiyê û wan daran bixwe.
Lê ka em vegerin ser wan ciyê ku me got yek jê av e, tehil, ev kanîk bû ava wê diherikî ta berî çend salan lê ava wê nedihate vexwarin tehl bû û mirov nikarîbû wê vexwe lê îro ew av jî nemaye, kanî çikyaye. Yadî Kaniya Şerabiya ava wê tim diherikî û xurt bû lê îro ava wê jî kêm bûye û ez bawer im ku salinan ava wê diçike.
Li hêla rojavayî Kaniya Şerabiya gorek hebû jê re digotin gora Seyd Mehmûd, xelkên wan Gundan digotin ev Ocax e û tim paçikê kesk pê ve dikirin lê di van salên dawî de, hinan ew gor vekiriye hin dibêjin ew xizîne bû û yên ku hatin vekirin Asayîşên Sûrî bûn. Ya dî Kaniya Keçikê, ew hîn ava wê heye û ava wê gelek xweş e. Tehteke dî li bakurê gund heye jê re dibejin Tehta Conî, bi rastî jî ew teht wek conîkî tê de heye, ew coniyê ku xelkê di dema berê de, danê xwe tê de dikutan. Û du kaniyên avê li her dû kêlekên Gund hebûn, yek jê re digotin:
Kaniya Jinan ew li rojhilatî Gund bû pîrekên Gund ava xwe ya vexwarinê ji wê kaniyê tanîn, ew bi gund ve bû û ava wê kaniyê gelek xweş bû û nexasim ji çayê re, ava wê ji tehtê derdiket. Ya dî jê re digotin Kaniya Mêra, ji ber ku berê zilamên gund sibihan zû diçûn li ser wê kaniyê xwe dişûştin û pêktanîn û hinan li ser kaniyê nimêja xwe jî dikir. Ew kanî bi hostayî bi kevirên reş hatibû reqifandin, ava wê diherikî û masî jî tê de hebûn û hin kevirên pehin jî li dora wê danîbûn da ku mirov li ser wan nimêj bike, lê mixabin îro ev her dû kanî ziwa bûne, gundê Hemzebegê yê Nayîfê Paşê bû ji lewma carinan dima bê muxtar û carinan jî muxtarê wan hebû. Ji ber ku dema ew ji yê muxtar dixeydî diberdayê ji muxtariyê. Li gor ku ji min re hatiye gotin di wê demê de Nayîf gelek zilm û zor li Hemzebegiyan dikir ji lewma jî dema ku hikumetê erd li xelkê belav kir Gundiyan bi yekîtiya xwe, erd ji xwe re jê standine û Hemzebeg Gundê yekimîn bû ku di wê demê de, erd ji Nayîf sitandiye, lê wek hemî axa û begên kurdan Nayîf jî gelek zilim û zor li xelkên Hemzebegê dikir.
Xulamekî wî hebû jê re digotin Hisênê Emer. Dema ku karê Nayîf bi Hemzebegiyan çêdibû ji Hisênê Emer re digot here bila Hemzebegî werin filan karî bikin. Dema ku Hisênê Emeran dihat û digiha serê wê mila newala Besta Xedîra bang li gundiyan dikir û ji wan re wisa digot: Hemzbegîno rabin fecir ji we bihûrî rabin fecir ji we bihûrî.. Di dema palehiyê de Nayîf dişande ji gundiyan re û di buharan de ji wan re digot werin mişk ketine nav zadên me herin qulê mişkan şehir bikin û bigrin. Gelek caran ji Hemzebegê re digotin Himamok. Dema ku karekî Nayîf bi gundiyan çêdibû xulamê xwe dişande gund û jê re digot: Here Himamokiyan bîne. Wê yê xulam berê xwe bida gund, lê beriya ku ew bigiha gund wê bang kiriba Himamokîno fecir ji we bihûrî rabin ser xwe, ta ku yê xulam digiha gund, wek eskerê bikeve amediyê de, gundî hemî ji malên xwe derdiketin ta ku xulamê Nayîf digiha cem wan, wê ji wan re bigota:
Nayîf gotiye ber herin qulê mişkan li nav erdên min bigrin, an ber herin paleyê û bi vî rengî çi karên hebana, Nayîf xulamên xwe dişandin pey zilamên Hemzebegiyan.
Nayîf ta bi rûn, hêk û tepikan ji xelkên Hemzebegê distandin.
Yek ji zilma wî ev bû. Carekî kurê Mehmûdê Emo miribû bi nexweşiya sorikan, Mehmûd ji xelkên Hemzebgê ye, gundî hemî li ser goran in, dê wî tifalî veşêrin, gundiyan haj xwe nîne dîtina wan dîtî xulamê Nayîf di nav wan de sekinî, yê xulam ji gundiyan re got kuro Hemzebegîno bê ku bêje serê we sax be yan li ber dilê xwediyê mirî bide, Nayîf gotiye bila werin qulê mişkan bigrin, mişkan genimê me hemî xwar.
Gundiyan lê meyzand li termê pêşiya xwe meyzandin jê re gotin: Em ê vî zarokî veşêrin û em ê werin.
Yê xulam got: Na divê niha hûn bi min re werin bila pîrek veşêrin. Gundî newêrin pê re dirêj bikin, dane pey wî çûn nav genimê Nayîf da qulê mişkan bigrin û nema mişk genim bixwin. Pîrekan ew zarok binax kir.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016