Di destpêkê de mirov dikare bibêje ku felsefe, di nav loda hewldanên mirovî de, hewldana herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gelekî fireh in û felsefe, bi awayekî gelekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wekî tê zanîn felsefe ne zanistek e, bi tenê mirov dikare bibêje ku ew zanayiyek yan jî riya lêgerîna zanayiyê ye. Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gelekî zehmet e. Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê a ku bi awayekî gelekî kûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû yên felsefeyê gelekî ditirsîne. Lê çuqasî ev helwesta felsefeyê mirov bitirsîne bila bitirsîne, divê mirov xwe bi paş ve nede. Lewra taybetmendiyên felsefeyê, dişibin kaxizên tûrnûsolê. Maneya vê yekê ev e: Mirove ku difikire, lê dipirse, li wateya jiyanê digere û dixwaze ku jiyana xwe watedartir bike; heke ew di vê helwesta xwe de xwedîbawer be, wê ji vê helwesta felsefeyê ya wêrek netirse. Piştî vê domanê, mirov ji xof û tirsên bêwate, wê rizgar bibe û li wê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşe bike. Di serdema pêşîn de fîlozofên Yewnanî, vê rewşê bi nav kirine. Danasîna Felsefeyê Bi awayekî eşkere mirov dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê nehatiye dayîn. Çimku her fîlozofekî li gor xwe danasînek daye, ku kêm zêde mirov dikare bibêje ku ev danasîn jî nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneke felsefeyê ya ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên, tune. Çimku fîlozofek, dikare ramanên fîlozofekî beriya xwe bipejirîne û yan jî nepejirîne. Fîlozof beriya her tiştî dixwaze ku serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lê belê mirov dikare bibêje ku ji nêrîna wan ya gerdûnê û ji serbestiya wan pêk tê. Li gor zanyaran, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikaranîn: 5 Di zimanê Yewnanî de weke tê bikaranîn. Philosophia peyveke hevududanî ye. Ji peyvên philo û sophia pêk tê. Ji zimanê Erebî, weke peyva derbasê zimanê Tirkî bûye. Peyva yekemîn car di wateya de ji bo Herakleîtos hatiye bikaranîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê dihate naskirin. Bi taybetî jî peyva dihat wateya Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gorî aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove bike. Herakleîtos ji bo felsefeyê gotiye ku: Seneca jî, ji bo felsefeyê gotiye ku: Dîsa fîlozofê Serdema Navîn ê îslamê Kindî jî gotiye ku: Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha gotiye: Di Serdema Pêşîn û Serdema Navîn de felsefe, herdem ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye, ku ji xwe zanyarî jî di wateya ku mirov raman û tevgerên xwe li hev bîne, de ye.
Zanyarî Erdema, herî mezin e. Bi civak û gerdûnê re yekkerbûna mirov e, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanayiyê ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil û zanayiyê ye. Di rewşa zanyariyê de mirov ti caran nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar ew kes e ku dikare li hemberî zewq û xwestekên xwe raweste û têbigoşe. Lê di dewra hemdem de jî fîlozof dema ku felsefeyê dinasînin, têgehên razber (nedîtbar, soyut) bikar tînin. Hegel ji bo felsefeyê wiha gotiye: 6 Kant jî derheqê felsefeyê de wiha gotiye: Ev mînak jî nîşanî me didin, ku felsefe lêgerîneke bêrawest e û herdem, di nav hewl daneke wiha de ye.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016