Dibe ku xelkek yan gelek bê welat hebe lê welatê bê gel wateya jinavçûna bi yekcarî ye, çimkî gelê bê welat hemû bizav û karînan bo bidestxistina wê armancê bi kar tîne û qurbaniyên mezin jî pêşkêş dike.
Ew hemû canbexşî bo bidestxistina hejmareke mezin ji mafan in mîna: rûmet,wekhevî,parastin û hin mafên din ta bi mafên xaneşîniyê…Lê eger mirov li ezmûnên çend parçeyên Kurdistanê baş temaşe bike ,bişopîne û li ser qadên wan bijî, mirov bi wê yekê bawer û bê guman dibe ku (KURDISTAN DAREKE BÊBER E)
Sedemên wê bêhêvîbûnê ..pir in , lê mirov dikare rohniyê bibe ser çend ezmûnên girîng ji Başûr, Rojava û ta radeyekê Bakur.
Gendelî û cûdahiya mezin di asta jiyana xelkê de, paşguhxistina hejmarek gelek ji xwedan qurbanî, hebûna hêzên serbazî yê taybet ji berpirsan re, her weha destdanîna ser rûberên berfereh ji zeviyên welêt taybet bo malbatên wan berpirsan , wan hemû tiştan dilên germ yên xortên Kurd sar kir û girêdana bi war ve di ramanên wî de sist kir.
Takeçare jî xakek e ku wî hembêz bike kiriye armanc û ew jî welatên dûr û sar in Ewrupa ye.
Rojava jî li ser rêbaza Başûr e eger xirabtir nebe, degelbûna alîyekî , gendelî, kesên ne guncaw di rêveberiyan de, serbaziya neçar, dubendî û dijberîyek bi bêbextî û birina xort û keçan bo şer li qadên biyanan ku xwedanê wan qadan dijminê bihîstina navê Kurd in , li hember jî tevgereke mirî ku kurtêlxuriyê , lavan,bazirganiyeke erzan dike , wan tiştên navburî ref û pêlên koçberiyê ber bi buhişta Ewrup ve pirtir kirin û
Ewrupa jî mirovan di nav xwede dihelîne:
Hemû maf Parastî bin , hêlên sor bo jiyana ciwanan tune bin, çarenivîs diyar be , ewlehî misoger be, dirav berdewam li ber dest be, mirov li gel xwedanê welat yê resen di heman astê de bijî û reftar bi yek pîvanê bi mirovan re bê kirin ….Tu kesek bîra vegera li welat nake ne niha û ne piştî çend salan ji ber dê her dû egeran deynin ser teraziwê û bê guman dê jiyana Ewrupa bi ser keve.
Belge jî li ser wê tekeziyê : Kîjan malbat ji dehan salên biyaniyê vegeryane welat..? Pir stranbêjên Kurd ku stran ji (xwedê giravî) dilek bi şewat li ser mirina bi zindî li xerîbiyê distran, vegeryan ?? Na û nedihatin serdanekê jî , hereisa zarok jî roj bi roj di nava sîstema jiyana wan welatan de dihelin û êdî qet bîra vegera wî nifşî nekin.
Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku çend deh kesayetiyan bo bercewendiyên xwe û xizmetkirina welatên herêmê ku dagirkirên me ne ew kesana tawanbar in û dê navên wan di rûpelên dîrokê de bi reş bêne nivîsandin.
Em milletek in pir ji Kurdistan biçûktir in ,ne hêja ne navê wê lewma ew jî xwe li me nake xwedan û dê bimîne Dareke bêber.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016