Eger tu li axaftina çi Kurdî guhdar bikî , tu yê bibînî ku KURDISTAN peyveke sereke ye tê de . Hinan mewdan û can fidayî KURDISTAN kirin , hinan bi navê KURDISTAN bûne xwedî sermiyan û hinan jî ji dilekî şewat dixwestin bikin xebat ji bo avakirina welat, lê yên berî wan ev xwestek bin ax kirin.Ev xewna ku hate çandin di mejî û dilê me de û bû mîna agirekî ku tu car venamire. Bûyerên ku bi ser KURDISTAN’ê de hatin , pêwîstî bi ravekirina wan nîne, lewre di her qewamekê de koçkirin û penaberî çêdibûn . Li beşê herî biçûk ;biçûka her çar xwişkan ,ROJAVAYê KURDISTAN’ê. EV heye şeş sal ku alozî bûne ji demên rojê li cem nişteciyên Rojava . Ji ber vê yekê gel û ji neçarî penaber bû .Li vir deh sedem tên rêzkirin da tu koçber bibî, li hember sedemeke tenê ku tu li Rojava bimînî:
1_Rewşa şer a ku welat wêran kiriye. Ewlehî êdî hew peyda dibe , êrîş ji her hêlê ve pêk dihatin . Lewre tu yê rajî xwe û zarokên xwe û bidî ser riya penaberiyê.
2_Xizanî……… “berê rez wêran bû, teyrokê lê da kambax bû”.Kurdên Rojavayê KURDISTAN’ê, bêyî şer bi zor jiyana xwe ya rojane diqedandin û pêdivî û pêwîstiyên xwe bi dest dixistin.Piştî wê gavê êdî rewş pir aloz bû.Lewma tu yê bi destê zarokên xwe bigirî û rêça penaberiyê bişopînî.
3_Elekitrîk, şewq û ronî…….. Tevî şer û xizaniyê anku ne tenê tu yê bi tirs û birçî li mala xwe bimînî, lê belê tu yê di demên beyaniyê de şevreşê bibînî ji ber qetandina elekitrîkê . Nemaze havînan ; li ser tiliyên xwe bihejmêre : Xwarin xerab dibe ji ber ku sarinc naxebite, cilên lewitî neşûştî ne ji ber ku cilşok naxebite û mêş û kelmêş govendan li ser laşê te yê germ dilîzin ji ber ku basark naxebite . Di wê germê de ku bi sed zor û zehmetiyan yek radize , helbet tu yê zarokên xwe bidî pey xwe û bibêjî Ya Xwedê…
4_Avvvv…….. Elekitrîk me nîvkuştî dike, ya ku kuştinê berdewam dike av e. Jixwe ez bala we nakişînim ser pêwîstiya mirovan bi avê, lê bi Xwedê” bê av jiyan nabe”.
5_Pêşeroj…… Hewara ka sibe dê çi bibe!?? Jixwe Kurdo me nedizanî ka îro çi dibe ,heya em bizanin ka sibe dê çi bibe. Nehêriya ku xwe li ser pêşerojê vegirtibû, rewşeke derûnî pir nebaş li cem Kurdan çêdikir…
6_Şewatek û geşteya vekolînê li ser wan ….. Di zivistana qersî de bi taybet di meha berfanbarê de, ku jixwe elekitrîk bûye xewnek, Kurdo li depowek mazot digere , ji bo xwe û zarokên xwe pê germ bike … depowekî tenê!
“Şemê bira zewicand” .
7_Nan …. Jixwe ku xwarin hebe, tekez dê bi nan bê xwarin, lê ka ew mêrê ku nan bîne. Li ser nanpêjan sira nanxwazan bêdawî bû. Ê ku digiha ber paca nan Xwedê didayê û yê talî Xwedê pê re be…
8_Şekirê çayê…. Yabo va te nan anî piştî rawestina çar demjimêran û tu hatî malê û serê te bilind e, tu pesnê xwe didî ji pêş xezala xwe ve ku te çi berxwedanî kir heya te ew nan anî . De ka keçiko pariyek nanî me dane em bixwin û çayê çêke…
Xizalê: Çaya çi ? Ma tu yê çayê tal vexwî!
Mêr: Çima ! Nebêje şekir nîne ?
Erê Wele nîne keko …. Bila Xizalê tiliya xwe bixe nav de . –
9_Xwendin …..Kesên ku li zanîngehên Heleb û Şamê dixwendin, ji ber rewşa şer xwendina xwe rawestandin an jî dev jê berdan . keda 12 salan bi av de çû.
10_Nexweşî û derman …. Yaw çi dibe bila bibe ya girîng saxlemiya me ye……. Ê ka ez ê çawa saxlem bimînim û derman nînin , nêviyê bijîşkan jî bar kirine.
Kurdo, min ji te re deh sedemên delal rêz kirin ku hêlan tu li bayê bezê koç bikî. Hin sedem mane jî ,lê bila di dil de bin…
-Yeke tenê…
Sedemeke tenê … dikare wan deh sedeman û bi hezaran mîna wan têk bibe…
Tu li welatê xwe wardar î, lê li welatê xelkê penaber î. Li Suriyeyê kurd bûyî , li başûrê KURDISTAN’ê Sûrî bûyî û li Tirkiyeyê Suriyelî bûyî.
Penaberî ne çareserî ye .. bazdan jî ne ew e … Çima tu yê bar bikî welatekî xweş , çima tu welatê xwe xweş nakî?
Landika zaroktiyê… ma te zaroktî li ku qedand…li ku derê te û hevalên xwe dilîstin…li ku derê tu li bin guhê erdê diketî …li ku derê tu evîndar bûyî , yekem car ; ji ber keça kîjan welatî dilê te dest bi jenînê kir…
Te xwe li vir hişt û tu çûyî ku derê…?
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatiye weşandin.15.11.2016