HHEWARA…DIL…
Ger bi xweşyê , rojê jînê, bêne pîvan
bi awaza , bi dîtina , sor nêrgizan
bi helbesta , bi seyrana, bi nû cejna
bi tewafa , dêm û xalên , zirav bejna
jiyana min , tev tarîye, wek şeva reş
maye hisret di sînga min,rojek rûgeş
tim dinalim , di şikefta ,wekî Ferhad
şêrîna min ,di bin desta , dikî firyad
xweşyê barkir ji warê min bê poşmanî
konê êşa , li min vegirt , bi giranî
saz û helbest tevde revyan ji nav têla
lehya xwînê gul û nêrgiz dan ber pêla
seyran û cejn mane xwînî dernakevin
di şikefta , mane winda , ranakevin
êşa mezin , kula giran , xwedya xala
dike hewar , li min îro , di newala
kerwanê wê ji hev gerya bû sed perçe
ma wê çima, gur û rovî ,neyên bexçe
hewara dil,her xwebighîn,şahê kerwan
êş û sawêr , ji çar alya , li min civyan
hewara dil , ev ne jîne , ev ne jîne
here bi lez , peçê kerwan , li hev bîne
ger em nejin , ji bo çavên , ziravbejnê
wê tim xûzbe , ber bi jêrde , ala cejnê.
6.2.1988
PEQPEQOKÊN BIHARÎ
Piştî peqpeqokên biharê
bi ser avê dikevin .
bê dadiya mirovan,
bawer …
nakin ….
û yekser diteqin …. !!!
2 – 10 – 1998
ROJ
RRRoojjêên me ,
û salên xelkê,
li kêleka hevdû ,
sekinîn……..!!!
roja xwe xûzkir,
da ku ..
serê sala ..
maçîkin …….!!!
2 – 10 – 1998
GAZIN
Dema
tu derbasbe dilê min.
guh ned ,
gazinên xelkê…..
lê.. dema ,
tu ji dilê min derkeve.
ez guh nadim,
bazinên ..te ……!!!
1- 10 – 1998
PELÊ SIPÎ
Piştî ku pelê sipî,
ji bêrîka min ,
derxistin …….
ji min re gotin:
heger pel ne sipî ba,
wê tawana te,
siviktir ba …!?
2 – 10 – 1998
GIRÎ
Dema….. zarokek ,
bi kurdî .. digrî ,
dijjjjjmin….
bi “ …., …..û …., “ î sixêfa dike.
5 – 10 – 1998
MAYÎN
Her mayînek diteqe.
hêviyek,
li jiyanê,
di çillmise .
8 – 10 – 1998
GAZINA NEKIN
Gazina …. nekin.
bi tilîyên min , xara ….. ranekin.
berê ji êşa ,
berê ji kulla ,
ji daxên kevnar , tilî ……belekin.
kulên di dil de , li hevdû civyan,
berî omîd bên ,
berî rok hilê , hêvî tev revyan,
hêsir û birîn ,
kovan û nalîn ,
li ser sînga min , rist û ..xelekin.
hûn bi xwedê kin ,
birîna kevnar , dîsa …… venekin.
tiştê ez zanim ,
tiştê min naskir ,
rojên jiyanê , vir û henekin.!
* * *
20 – 12 – 1995
NE EZ TENÊ
Ne ez tenê …….
evîndarê çavên te me …….
di nav pencê destê mirnê .
ne ez tenê ,
pesindarê lêvên teme …….
di zindana reş û sar de ,
di nav pêtên ag’rê har de ,
ne ez tenê ,
hêv’ya roj û şevên teme …
ey Dîlbera jar ……,
sîh hezar hezar ,
mane dîl û jar ,
li pey navê te,bûne evîndar,
ne ez tenê ,
teşî rêsê , lavên te me …….
ne ez tenê ,
nêçîra nav davên te me …..
ne ez tenê ,
evîndarê çavên te me ……..
* * 28 – 8 – 1996
DAXÊN…EVÎNÊ
Ê bi daxên,evîna dil,bête sotin
rizgar nabe , li vê jînê , ji xeyala
ne her peyva,li civata.ku tê gotin
dibe tacek , li ser serê , xort û kala
hîn ji çava.wek cobara,hêsir cotin
em bûn lîzkek,di nav destê,meh û sala
hêsrên yara,li meyxana,tên firotin
kes têr nabe, ji helbestên , wan peyala
* * *
her hêstirek,li ezmana,bû sitêrek
lê tu heyve , li nav ewrê , wan sitêra
her rondikek,di dil min de,bû birînek
bû nalînek , ji dor xaçê , li ser dêra
yar ji kesî,bi dirava,nayê kirîn
yar tê xwestin ,bi rewanê,gênc û mêra
ê bitirse , ji birînêt , pîj û xara
li gulzara , naghê gula , nav şilêra
* * *
dilê riswa,bi birîna,xweş xemilî
jan gihaye , ew omîda , di hinava
meh û sala,bi siwarî,dane pey hev
em têr nebûn , ji dîtina , herdû çava
me evîna ,herdû dila,daye destê
payîzoka , di nav pêlên , qîr û lava
jîneka dî,ji xwenên xwe,me peydakir
gul xemilîn , bi rondikên , bûk û zava
* * *
bêyî rewşa,xemla dêmê,gula şermîn
kî nasdike , zivistana , ji bihara
pakrewane,ê bê kuştin,bi mêranî
li vê jînê , di hembêza , dost û yara
kêlên gora,şermezarin,gunehkarin
bi qêrînin , bi hewarin , her êvara
bera axa,goristana,tenê bêje
ez dibhîzim , nalenala , evîndara
* * *
14-1-1994
WERZÊN EVÎNÊ
Min tu naskir
dema ku ewrekî rêbar
di singa ezman de digiriya …
min bêriya te kir
çaxa ku bilbilekî evîndar
di nav
Nêrgiz û Nesrînan de difirya…
min ji bêrîkirinê hewarkir
gava ku gundiyekî xewar
bi ser kaya bênderê de diboriya…
min pêjna te kir
piştî ku zîzbûneke sar
di hêlîna
hechecîkê de dizûriya…
12 – 11 – 03
EVÎN
Tenê …. evîn …
kare bihêle
ku evîndarên rêwî
li hev dû vegerin
û …
ewrên kînê
ji ezmanê perweriyê
barkin …
04 – 2 – 03
DIL
Li welatê evînê
dilê te
Ûtêlek bê sitêre
û li ser …
çiyayê Cûdî
dilê min
xanîkî biçûke
pirtikên berfê dijmêre …
16 – 2 – 03
KOLAN
Di kolanên dilê min de
li hêviya berbanga evînê
rêbarekî bê zar
her êvar dihêwire …
li dor pêtên wî
sînga min gulav dide
û laşê min disincire …
nizanim çawa
rekeha sînga min diçirrîne ,
û peyala xwe
ji nalînên min dadigire …
10 – 11 – 04
PIRTÛKÊN BERFÊ
Bi barîna wê re
tev de
darbestên xwe dişkînin
û gazî dikin :
werin heyvanê helbesta
werin mizgefta mebesta
werin neyarê bê hesta.
11 – 11 – 04
Esker
Esker Esker tû tî
çakêt ne dirûtî
zikê wî tim dêşe
ji xwarna necûtî
Esker bi tivinge
bê mejî û linge
xwezya zikê esker
Dîkê li ser tinge
Esker tê ji bajêr
ji bo mast û penêr
bextê xwe difroşe
diza dike camêr
Esker ser bi kume
li gund gume gume
hespê Esker pîse
çi zû dilikume
hatin Esker hatin
bêrîk bê xelatin
hîn gundî dibêjin
Eskerê Welatin
27-12-1998
Qaz û Quling
Hatin hatin wa hatin
Qaz û Quling wa hatin
ezman bi wa xemilî
xewna deşta welatin
hatin ji deşta Mûşê
berî didin Etrûşê
da hêlîna avakin
li ser tûmê karûşê
waye li ber çavaye
li nav ewra xuyaye
warguhêzê hêvîya
qêrîna wî j’ derdaye
qirik rimek zirave
derdê Quling her ave
çem û kanî miçiqîn
tev pirrik û çirrave
Quling tê ji bo avê
Ji bo mij û xunavê
heger kanî dernebin
Quling nayê vê navê
1-08-2000
çiyako
çiyako …. !
bê…gundo…
her dem li te
mij û ewre ….
tu ji pengên ..berfa sala ..
por sipiye
serî gewre ….
çima îro …. .
ji bo jar û perîşana..!
bo beytikên , baskokirî
li ber serma… zivistana
tu bê çare
tu bê zewre ….
çima îro …. .
tu dergehê . wan şikefta
bi gulokên..
berfê digre ….
ma ne şerme …. .
di hembêza…te gernasî
evînîka….
dilan … bimre ….
bê … gundo … çiyako…
* * *
çiyako …. !
bê … dengo
çend evîndar , te parastin
ji kuştinê ….
diz û keleş ,te vedşartin
dema dighan
ber girtinê ….
tu bû hêvya , dost û yara
roja karê
revandinê ….
çima îro …
tu bê denge ….
tu nabîne
hêsrê çavên , pîr û kala
tu nabhîze
nalenala , li mendala
bi hezara
di wan gelyê tenî wêran
va gihane
ber mirinê ….
bê …. dengo ….
çiyako ……
* * *
çiyako ….
bê …. sozo ….
xelk dilketin , heyva li bin
zulfên siya ….
hin dilketin , zîv û zêr û …
keryên miya ….
em bi tenê
ji sed sala
li hêvya te , mane rêwî
li ser riya ….
em bi tenê
raketine , li ber ava
wan kanîya ….
em bi tenê , dil ketine
mirna li ser ,
pozên çiya ….
tenê carkê
wek mêrxasa , berfê hilîn
ji ser piya ….
bê ….. sozo ….
çiyako
bê ….. dengo ….
çiyako
bê ….. gundo ….
çiyako .
ُEv helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016