Duh înê 2017.3.3 li herêma Şengalê li Kurdistana Iraqê pevçûneke çekdarî di navbera Yekîneyên Parastina Şengalê û Hêzên Pêşmergeyên Roj de rû da, di encamê de – mixabin – hin şehîd û birîndar ketin.
Di demekê de ku hêzên Kurdî( Pêşmerge_YPG)ê mil bi mil şerê Da’işê li eniyên Kobanî û Şengalê dikirin, pêwîstî bi xurtkirina vê serboriyê hebû ji dêvla ku berê xwe bidin çekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.
Em li Hevbendiya Niştimaniya Kurdî û Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûryayê daxwaza rawestandina van kiryarên çekdarî dikin, her wiha bikaranîna zarê hevpeyvîn, hêminî û disiplinê dikin. Ew jî bi armanca pêçana dubendiya ku dê karvedanên xwe yên neyênî li ser rewşa Kurdistana Sûrî û Kûrdistan Iraqê hebin, nemaze di van rewşên hestewar de ku gelê Kurd li her du parçeyan tê re derbas dibin di rûbirûbûna bi hêzên terorîzm re ku dafan ji gelê Kurd re vedidin.
Ji vê yekê hevgirtina hemî karînan ji bo vekuştina dubendiyê di dergûşa wê de tê xwestin.
Her wiha daxwaza rawestandina hemî helmetên medyayî yên dekxwaz dikin ku jehra dubendiyê diweşînin, daxwaza hevkujiyê di navbera her du aliyan de dikin û parçebûna di kolana Kurdî diçesipînin, bi taybet li Kurdistana Sûryayê.
Qamişlo 2017.3.4
Hevbendiya Niştimanî a Kurdî li Sûryê.
Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûryê.