Li ser têgeha “Siyast”ê re Ocelan dibêje: “Eger erkê exlaq encamdana karên çarenivîdar bi başî be, erkê siyasetê dîtina karên baş e”. çawa perwerde li xêzanê de berpirsê yekê ji avakirina mirov wisa siyaset jî corekî perwerdê ye, ji ber ew li her dezgehekî de cih digire û berpirs e ji çawaniya rêvebirinê. Em dikarin wisa siyasetê bi tevgera rêvebirinê ve girêbidin ku siyaset tîn (energy) e li rêvbirinê de, siyaseta çalak derencam dibe rêvebirina çalak… ev çend e li ser rêvebirina nerm, baş, xerab û berhemdar jî rast e.
Mirov ji komeke pirensîpan pêk tê, dema komeka mirovan hevbeş dibin li hilgirtina çend pirensîpan de civakekê diafirînin. Civaka kurdî ku li xwe de dabeş bûye bi ser çend civakan de ji encama fakterên cuda weke nebûna dewletê û dabeşbûna wan bi ser çend welatên cuda de. îro rûberûy helweşanê dibe, sedem jî siyaseta kurdî ye. berî em zelal bikin derencama çaverêkirî ji vê siyasetê divê em ruhniyê bidin xaleke giring ku ew jî: Ji ber mirov li pêkahateya xwe ya derûnî û eqlî de ji hev cuda ne li gel pêkhateya laşî hebûna cudahiyê tiştekî xwezayî ye, û pir normal e her mirovek cuda ji yê dî hizra xwe bike, û ew hizir rêkeke cuda jê re veke. Ev cudabûn sedeme li her cihekî ji cîhanê û her heyamekî ji dem û dîrokê aliyên ji hev cuda hene li her biwarekî de be.
Siyaseta kurdî û avakirina dewletê:
Hebûna dewlata kurdî zêdetir ji mafekî netewî mafekî mirovî ye, da kurd di çarçoveya wê dewletê de nirx û behayên xwe biparêzin bi taybetî piştî ku welatên Turkiya, Sûriya, Iraq û Îran siyaseta nehiştin û qirkirinê dijî kurdan bikaranî/bikartînin. Bi saya keda xort û keçên kurd û xwîna şehîdan bi dirêjahiya dehên salan kêm be zêde be kurdan karî xwe ji cîhanê re bidin nîşandan ku ew jî xwedî giranî û hêz û bandor in, ev ked û xebat bûn egerê wê çandê ku îro Başûrê Kurdistanê nîvdewletek be, li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek were damezirandin û li Bakûrê Kurdistanê kurd bibin xwedî perlemanter, patî û dezgeh. Helbete ew keddayîn li bin dirûşma serxwebûna kurdistanê de ye bi awayekî rasterast yan ne rasterast be. Ji vê yekê em karin derxînin ku vîn û tevger bo avakirina dewleta kurdî heye û berdewam e. Lê pirsa herî giring ew e ka avakirina dewletê metirsiyê ji ser kurdan radike?!
Berî bersivdana vê pirsê em ê biçine mijareke dî
Siyaseta kudî û helweşandina civaka kurdî:
Li Rohelata Navîn heta nuhe li partiyên siyasî de giyanê eşîrtî û mezhebî û navçeyî cihek mezin girtiye û gelek caran li axaftinên partiyan de diyar dibe ku ew bi xurtî girêdayî navçeyek, eşîretek yan mezhebekî diyarkirî ne, herçiqas xwe li kerasê Secularism ê de nîşan didin. partiyên kurdî jî tevî dirûşmên Kurd û Kurdistan nikarîne serederiyê bi hemû kurdan re bikin bi heman hizir û reftarê. Eger em Başûrê Kurdistan weke mînak werbigirin, li Duhok ji zarokekî yan kalekî yan şûfêrekî teksiyê re behsê siyasetê bikî wê bêje Duhok navçeyeke zer e, li Silêmanî wê bêjin kesk e, hizra me – weke xelkê başûr – beramber bakûrê Kurdistanê ew ku PKK bakûr e. eger em li medyaya kurdî jî guhdar bin ev cudahî û cudahîkirin weke rojê diyar e. ev pirs ne tenê ew e ku devera Behdînan li pey PDKê ye û devera Soran li destê YNKê de ye, belku gehaye wê radeyî ku dijberiyek li navbera herdu deveran de heye, sedema vê çendê jî ev e:
Gostaf Lobon dibêje: Cemawer li serûberekî neheş de ye, tak dema derbasî nav cemawer dibe dikare her tiştî bike ku jê nedihate çaverêkirin, gotina wî kesê ku cemawer jê re siloganan bilind dike bandoreke xwe ya xurû (absolute) heye, ew dibêje û cemawer cêbecî dike rasterast. Takê kurd ketiya rewşa neheşiyê (Subconscious) loma serokê partiya xwe dike xwedawendek û her gotineke wî cihê pîroziyê ye û nabe gotûbêj li ser were kirin. Siyaseteke wêranker li aliyekî û takekî neheş li aliyekî din teqez wê derencam helweşanek be. Ji xwe em nuhe li dema helweşanê de ne, şopandina mediya û sosiyalmediya bes e ji bo piştrastkirina helweşiyana civaka kurdî.
Îro pirsgirêka li navbera vê partiyê û wê partiyê de masên siyasî derbas kirine û ketine nav xêzanê, nav ragehandinê, nav helbest û stranê de û helbet bi berdewambûna vê rewşê re wê dewleta kurdî ti pirsgirêkê çareser neke. Ji bo takê kurd cudahî nîne ka li zîndaneke Kurdî de be yan Turkî, Ereb azadiya wî qedexe bikin yan Kurd, Faris wî sêdare bikin yan Kurd; rewşa zîndanê bi guhertina nav û cihê zîndanê re naguhere.
Ev gotar di hejmara 59 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.2.2017