Çavê welatê min bajaro!
Li ber xwe bide
Hêdî hêdî
Cih û warê xwe bigire
Di nav stêrkên taybet de
Tîrêjan bide
Bila her kes ji tere limêj bike
Bibe mizgefta mirovahiyê
Bibe dibistana rûmetê
Debêje
Kê tu firandî?
Mebêje Arîn… Mebêje
Baskan li hev bixe
Weke xumxuma pêlên deryayan
Hêlînan di nav dilan de çêke
Li ba warê pêxemberan
Bibe nîşana sedsaliya bîst û yekê
Tîrêj e…
mizgîn e…
Bi koka sor
Gerdûn xwe ji te re bitewîne
Ûbi navê te sûnd bixwe
Bajaro
01.07. 2014
LAT Û MİRİN
Hey mirin……
Xwe neyne xewna min…
Ez li te digerim
Lê bi mêranî…
Tu û jiyan!
Bi hev re heval
Ji bîr meke kevirê ber serê min
Lat û hîmê min…rewşa min
Evînê distra li nav bexçeyê te
Bexçeyê rengareng
Bê fêkî û dan
Hey lat…!
Hêza min …..dîroka min
Tu û dem
Bi kêferat
Koçber dibin
Tenê
Mirina bi lehengî
Mirina bê mirin
Bîranîna min
01. 07. 2000
ŞEHÎD MEMO
Ez çiqas pesnê te bidim
Mezin û giran û jîn e
Pênûs ji destan baz dide
Xwe li xemla te nabîne
Çiya bi axînê hejî
Bejnê li ber ditewîne
Ezman dîl û melûl bû
Mij û moranê dişîne
Buhara min bi te xweş bû
Berxwedanê didomîne
Şagirtê Mezlûm û Egîd
Herekolê dixemlîne
Pilingê çiya ye Memo
Hezaran li pey xwe tîne
Emer nîşan û bira ye
Tîna agir bi cî tîne
Soza didin serok Apo
Dara jiyanê biçîne
Tu Memo yî çiya Zîn e
Welat ji te divê xwîn e
We da qelenek pir buha
Gula azadiyê tîne
10.01.2013
MEZLÛM DOXAN
Sitembar şêrê zindan
Rojek nû ye li cîhan
Tu şehîdê Kurdistan
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
Rêberê şana karker
Canê ciwan daye der
Bi ramanê dike şer
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
Go berxwedan jiyan e
Dibistana gelan e
Han da keç û xortan e
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
Tu bingeh û hebûn e
Doza te serxwebûn e
Peyv bi peyvê dihûne
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
Ferhad, Xeyrî û Kemal
Destek xame destek al
Ta mirinê rêheval
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
Sakîne, Akif, Elî
Canfîdayên vî gelî
Roka cîhan bû belî
Şêr şêr e Mezlûm Doxan
(1986)
VEJÎN
Ji dilê welatê min
Çavkaniyek şêlû
Bi pelqe pelq û kelandin
Avek zelal xwe rû da
Ji tîna agirê dilê dayikê
Ji evîna çavên evîndaran
Ji kalên xwe spartin latan
Hêviya zarokên belengaz
Şitlek biçûk
Sîk da cîhanê
Ji agirê dilê Fîsê
Bi ramanek hemdemî
Sîsika mirovan
Xakê diqelêşe
Geh çilmisî
Geh vebû
Dilopên sor çend gîsin kirin
Bûn nîşana dîrokê
Dengê ewran
Hem tav û birûsk
Bahozeke dijwar
Tisonamî
Erdhejek bi volkan
Têlên badayî û zingar
Sînor diber xwe re birin
Ji çavên welatê min
Zingezinga mizgînê
Li guhê min dixist
Ji dengê Heqî û Xelîlan
Ji banga Kemal û Delîlan
Lîsk û pîlan ji hev ketin
Bi xwe ketin
Tîrêjên şeveqê
Ronî dan û belav bûn
Evîn gihandin gerdûn
Ol û netew
Bi hev şa bûn
Sîsika şitlê
Bû hebûn
Bi vîn û evîna mirovan
Bi hemî reng û neqşan
Bi xwîna sor
Ji her alî
Gul vebûn
Bilind, bilind bûn
Mezin, mezin bûn
10. 12. 2014
DÎNO
Dînê li çol û bêla
Bi dest xame dike cot
Go datînim helbestan
Li ser kesên xwe firot
Kesên bê vîn û evîn
Wekî xara kerimkot
Gel avêtin mazatan
Çend dolar, çend benqenot
Welat lîska pera ye
Li ser xakê dikin cot
Kozik ji para min in
Dawet û dîlan û mot
Tu sivik û erzan î
Ji min giranî û sot
Wek welat pir buha me
Zelal im, ne ava şot
Li meydanê piratîk
Ne wek hinan hote hot
Zuha bûme ji derdan
Guvaştin û pûç û dot
Zivir, zingar wê hilê
Azad bijî bo we got
05. 05. 1986
PÛŞ
Piçik piçik min pûş lê kir
Koma mezin piştî çêkir
Baran barî pûş riziya
Patoza dijmin hûr nekir
Ode çêkir û li ser kir
Ez di bin de dilopan kir
Beşt û mircaq xwe dane ser
Xweş, xweş miradê min nekir
Lê da birûsk dîwar hejya
Xanî ket ji mer bû çiya
Gelê bi rûmet dibêje
Ev sitara me sêwiya
Ez û sitar li gel hev man
Ser bîranînê Mîdiya
Çiya dost û hevalê min
Bi dostî ketim ser rêya
Rêya min e doza şehîd
Bi dilsozî şîn bû giya
1987 Pûşber
QEDERÊ
Eger tu qeder bî
Ez ê te qet qet bikim
Perçe perçe
Bergeh bikim
Piço piço
Bi nameya pêxemberan
Bi lingê bazekî ve
Girê dim
Bi zingezing
Bê deng bikim
Li ezmanê cîhanê
Di nav ewrên tarî de
Li binê derya Reş û Spî
Li sîngê sêgoşa
Volkana Permoda
Te bavêjim, gemgem bikim
Di mengena rûreşyê de
Li devê masiyekî dev ji hev
Yan jî gurekî birçî
Çav li rê ye
Hûr hûr bikim
Ger wa nebe
Di nav berfa Sîpîrya de
Te veşêrim
Bi kirasê şal û qedîfe
Te zemzem bikim
Bîranînek temenî
Carek tenê
Bi çermê rûspiyan
Germbûna yekîtiyê
Bimeyzîne
Hilmekê li mejî bixîne
Vê qederê
Ji ser xwe hilîne
Lo hilweşîne!
Vê buxçikê bi şewat
Li ser te qederê
Çek çek bikim
20. 04. 2014
Îmralî
Erê Îmralî
Bila li ser te bilîzin
balefir û natorên demê
Bila biguvêşin
Ramanên aştî û demokrasiyê
Bila stewr bikin
Ewrên xwe yên reş û tarî
Bila hênik bikin
Volkana bi kîn
Bila me bigrînin
Xwe bi kenînin bila …..bila….
Lê mexabin…
xemgîn mebin
Hevalnooooo!
Ev e Apo…Apê we…Apê min,
Cîhan tev li hev kir
Gerînekê xwe fireh kir
Baz bê cî man…!
Ne li erd
Ne li ezman
Noker şabûn
Hêviya pakrewanên Amed
Xwe nexemiland
Gelo!
Tu û zindan!
Serok û zindan!
Lê …qêrîn bi zindanê ket
Bi dîtina te
Dîwar çiriyan
Piç jê herifîn
Ji xwe pirsî
Çi erdheje çi dîlbûne!?
Deriyên hesin xwe tewandin,
Li ber te û dibêjin
Wêneyê te
ser sînga min tê dîtin
Ramana te
Ser serê min hat nîvisandin
Pênûsa te
Kilîta dilê min
Serokê min… serokê min
Çi bikim ez!
Hey dîroka rûpel reş û qirêj
Xwe ji min biparêze
Dil disoje
Çog diricifin
Mû gij dibin
Ev ne qedere hevalno!
Rûpelê qederê diqetînim
Aştîxwaz im, aştîxwaz im…
Heger wa bimîne rewş
Tenê bangek ji Îmralî
Tenê bangek ji Îmralî
18. 07. 2000
ŞOREŞ ZİMAN E
Şoreş ziman e
Ziman jiyan e
Rindik û xweş e
Nasa gelan e
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Bi kok Arî ye
Bedirxanî ye
Mîtan û Medya
Dîrok daniye
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Kirasê kevnar
Bi cî û bi war
Hebûna Kurd e
Ez jêr’ bûme yar
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Xweş û hêja ye
Dilê dila ye
Pir pir buha ye
Hîmê Kruda ye
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Tîpên zêrîn î
Sivik û vîn î
Şêrîn û hingiv
Xweşik û jîn î
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Bi kêferat î
Neqşa welat î
Gula şilêr e
Çi lihevhatî
Ziman tu can î
Can tu ziman î
Zarav û reng e
Zengîn bi deng e
Sorî, Zazî ye
Şoreş û ceng e
Ziman tu can î
Can tu ziman î
25. 06. 2013
Ev gotar di hejmara 59 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.2.2017