Çend rojin dî em ê şeş salan ji temenê şoreşa Sûriyê derbas bikin, ev şoreşa ku me xwe tê de beşek sereke û aştîyane didît. Gelo em rojekê li xwe vegeryane, ka di ewqas roj de me çi kir, me çi qezenc kir û em ketine çiqas şaşitîyan de. ji wan tiştên ku me çavê xwe jê girtiye û paşguh kiriye malpera Facebookê ye .
Berî Buhara Erebî destpê bike û biteqe, Internet li Sûryê hebû, lê pir giran bû. Me di riya telefonên “Erdî” re bikar dianî, û yên ku bikar dianîn, pirrê wan siysetmedarên ku rewşa siyasî ya li welêt dişopandin bûn, û daxuyanî li ser malprên Kurdî belav dikirin, herweha nivîskarên ku gotarê xwe li ser gelek malperan diweşandin, çi Kurdî û çi Erebî. tevlî vê yekê jî rejîmê piraniya malperan digirtin û qedexe û control dikirin.
Di wê demê de Facebook li gel me wek malperek nû, ketibû asîmanê ilktronî de, lê tu kesî ji gelek sedeman guh nedida wê, yek ji wan ku rêjîmê ew xilqandibû û li deverên me venedibû, û ya din jî ne cihê gotar û helbest û daxuyaniyan bû . Tenê cihê wêneya bû . û ji xwe xwedanê wê ji ber ku ji yekê hez dikir wêneyê wê û yê yeka din peya dikir li ser rûpela xwe li zanîngehê, û ji hevalên xwe dixwest ku li ser wêneya vê keça xweşikok “LIKE” bitekînin..
Bi rojan û mehan ev malper di nav xwendevanên Ermrîka bû cihê wêneyên kesê ku di vê malperê de cihê xwe girtibû . Lê ne cihê siyasetmedar yan rewşenbîran bû .
Buhara Erebî ji welatê Tûnis destpê kir, di pey re li Misir, ku milletê wê pirrê wan Facebooka wan hebû, û girûpên taybet li ser çêkirbûn, dan û standin di navber tevan de çêdibû, ku çawa û kengî dakevin kolanan. Wan baş di rêya van grûpan re sûd jê girt. Me rewşa şoreşên van welatan di rêya Televîzyonan, û car caran di rêya Facbookê re jî dişopand.
Rêjîmê fam kir ku berê şoreşê li cem e . Lê ev malper hîn jî ji aliyê desthilarê xilqandîbû, û bi zehmetî divebû . Tirêna şoreşê berê xwe da Sûrî. Tiştê yekem rêjîm kir ku ev malper serbest kir, û xilqa wê li ber me tevan vekir .
Her çar mirov di vê malperê de, di Sûriyê de bûn xwedî navek,. yê şoreşgêr bi navin biyan, û ne wêneya xwe tê de karê xwe berdewam kir . Mirovên sivîl tenê hemû tişt dişopand lê bê deng û qerebalix, ji tirsa ku rêjîm wî bigre.
Salek, dido, sisê.. û ta niha em ê bikevin sala 7an de, hîn jî şoreş berdewam e, û hîn jî em li Facbookê vedigerin û nûçeyên nû jê werdigrin. ya giringtir ku ew ketiye cihê ewqas malperên Kurdî û Erebî de, ku tu kes ji me nema li wan malperan vedigere û ew jibîr kirine.
Dema tu Facbookê vedikî, tê bibînî ku yekî sitranek M. Arif belav kiriye, posta bi dû de keçekê behsa kulîlka Yasemîna Şamê kiriye, ya di pey re, çalakvanek Kurd bi tûjbûn tevgera siyasî a kurdî rexne kiriye, ya din tê pêrgî daxuyaniyek siyasî bibe, dibe tu pêrgî wêneyê keçeke Kurd ku wêneyê Kutilka girtiye belav kiriye, di pey re tê mirîdekî serok Barzanî li ser camêriya wî nivîsiye, û yê din li ser birêz Ocalan nivîsiye û pesnê felsefa wî daye. “Çavê min birje” pirrê xortan û keçan di riya Facbookê re bûne helbesvan, ya xerabtir ew e ku nîvê nivîsan jî yên diziyê ne. Tu dadikevî, tu di rûpela xwe de pêrgî rewşenbîrekî ku doza yekîtiya Kurdan dike dibî.
Halbik çi bi serê me de hatiye?
Yekemîn.. Vê malperê serê me ji pirtûkan rakiriye, ku berê wek şûşa lempê bi ser pirtûkan de bû, çavê me xistiye vê mirêka şîn, û em bûne dîlê vê malperê.
Diwemîn.. Ne tenê xort û yan keç, lê belê ev şewba Facbookê li nav me tevan belav bûye.
Sêyemîn.. Hevalê ku bi hev re ne bi roj û şev, ji hev re dibêjin “Ma te nexwend min çi li ser rûpela xwe belav kiriye!! û di xwe re nabîne nerîna xwe jê re bêje !!!!
Berî nêzî deh salan xwediyê Maykrosoft got: Ta ji min bê ez ê pelan rakim û dewsa wê bikim Intirnet, lê negot li ku ez ê willo bikim !! ya ku bala min dikşîne ku Facbook li nav milletê Ewropa yan Emrîka, pirr kêm vedibe, û hîn jî serê van milletê pêşketî di pirtûkan de ye..!
Ev gotar di hejmara 59 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.2.2017