Di filmê “Dem û Hebûn”ê yê derhîner û senaryonivîsê Kurd Firat Yavuz de, qelebalixa bajarekî mezin ê mîna Stenbolê li ber guhên me dikeve. Stenbol wekî beroşeke mezin mirovan di nava xwe de hiltîne û wan dikelîne û dikelîne heta wan dibişêve û di dawiyê de rengê xwe bi ser wan de dirijîne.
Qehremanê film ajovanekî ji bajarê Amedê ye. Nîşana bajarê wî jî wêneyekî Ameda dîrokî ye ku di hundirê otombîla wî de ye û her wisa neqişa Şahmaranê ya ku bi neynika otombîlê ve hilawistî ye û her dihejhije. Ajovanê Amedî taksiya xwe di nava lehiya Setnbolê û qelebalixa bêhempa de diajo. Xanimeke ciwan pê re siwar dibe. Dema ji bo leza xwegihandinê ronahiya sor a trafîkê derbas dike, hema ji nişka ve ew xanima ciwan dienire, jê dixwaze ku wê peya bike û bi dengekî qube dibêje: “Hûn tev de wekî hev in!” Mebesta xanimê Kurdbûna ajovan e, nemaze piştî şerê Amedê yê di navbera hikûmetê û Kurdan de (paşê dema ajovan li radyoyê guhdar dike, ev tişt eşkere dibe).
Karakter û kesayetiya ajovan wekî nimûneyeke Kurdên Kurdistana Bakurî dixuye, nemaze dema ew bûyer pê re diqewime ku şikestin û têkçûna civaka Kurdî ya li bajarên mezin ên Tirkîyeyê berbiçav dibe; kesayetiyeke rût, şilfîtazî, bêhêvî, bênasname û bêdeng.
Di nava wê danûstandina tûj a ku kesayetiya ajovan tê re derbas dibe de, çend kes destê xwe jê re dihildin, lê xayîzî û kela nava ajovan nahêle ku li tu kesî raweste. Di wan rêyên dirêj û biqelebalix re pîremêrek destê xwe jê re hildide. Ajovan jê derbas dibe û paşê lê vedigere.
Pîremêrê siwar nabêje dê ber bi ku derê ve biçe, lê mercekî dide ber ajovan; merc jî ew e ku ew ê kilamekê jê re bibêje: Heger kêfa ajovan jê re hat dê tu pereyan ji dest wî negire, lê heger ne xweş be ew ê hemû pereyên di berîka xwe de radestî wî bike.
Kalemêr dest bi kilamê dike. Naveroka kilama wî jî derbarê xerîbiyê de ye û peyama hebûn û nebûnê, nasname û windabûnê di nava xwe de tîne ziman. Kilama kalmêrê siwar mîna derd û kulên ajovan ên ku di dîmenên wî de xuya dikin dûvûdirêj e.
Kilam û Jîyana Kurdî:
Di Filmê “Dem û Hebûn”ê de, navnîşan pir eşkere ye û nahêle bîner zêde lê bigere, lê helbet ew bêdengiya ajovan dê bihêle sireke cemidî te bigire, dê bihêle tu nasnameya xwe li ber çavên xwe daynî û pirsên hebûn û nebûnê jê bikî.
Kilama “Siwaro” mîna hespekî beza radihêje hest, raman, jîyan, bawerî û şikestinên kesayetiya ajovan. Ew hespê beza jî xewna dûr û dirêj e ya ku radihêje biyaniyê û te diavêje ber bi bajarê te ve, ber bi welatê te, ax û hebûna te ve.
Peyama film wateya berîkirina cih û war di rêya kilaman re dide, çi ku herî zêde ew nêzîkî giyan, raz û hebûnê ye. Jixwe koka meseleyê ew e! Ji bilî dayik û bajarê meriv, kesek rondikên meriv paqij nake
“Dem û Hebûn” kilama bêdawî dibêje. Qehremanê me li ser hespê beza dibezîne heta ku şevreş wî ji xewna şêrîn hişyar dike. Ew li dora xwe doş dibe lê tenê rastî bêhêvîtiyê tê. Piştî vê têkçûnê, êdî kilam wekî şewqekê di tarîtiyê de dimîne.
Film: Dem û Hebûn, 2014.
Dem: 14 xulek.
Senaryonivîs û derhîner: Firat Yavuz
Ev gotar di hejmara 59 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.2.2017