Mirov çiqasî bi temen mezin dibe, û ber bi qonaxên dawî ji jiyana xwe ve diçe, wiqasî jî laş û tenduristiya wî lawaz dibin, û nexweşî bi rengên xwe yên pirr ya xwe tê de dibînin , û car bi car êdî çi sivik, çi giran nexweş dikeve.
Bi temen re damarên xwînê nermahiya xwe winda dikin, ku êdî wek berê nema dikarin xwe fireh bikin û ku ev firehbûn bi hêsanî bibe, û hin bi hin ev damar û reh tengtir dibin.
Ji xwe windakirina damarên xwînê ji nermahiya xwe re nîşana yekemînî sereke ye ji destpêka nexweşîke dilînî giran re û ya ku bi navê (Arteriosklerose) li tevahiya cîhanê tê naskirin. û ji xwe heçê nexweşiya şekir(Diabettes mellitus- navê wênî latînî) an jî heweta xwînênî bilind pê re be, an jî çixara gelekî û ji zû ve vedixwe û kêmasî û pirrbûna dohn û guhertinên wê di laş de ne her dem li ser xwe bin û ne rawestandî bin , metirsiyeke mezinî din bi xwe re radijêyê û li nexweşiya xwe zêde dike.
Lê Çawa Merov Bi Nexweşiyê Derdixe ?
Berî her tiştî û pêşiya pêşî divê leza pêlên lêxistina dil di damaran de pîvan bibe û bi pîvana van pêlan re merov dikare zûtir bi ser nexweşiyê ve vebe û nas bike, û li dijî wê êdî tiştekî bike .
Ji xwe her çiqasî leza pêlên lêxistina dil xurt be û rêjeya pêlan bilind bin, wiqasî ji merov re tê xuyanîkirin, ku damarên xwînê nermahiya xwe hin bi hin winda dikin û li vir destpêka (Arteriosklerose) piştrast dibe .
)Arteriosklerose) nexweşiyeke ji nexweşiyên damarên mezin re ye di laş de û ji kombûna dohn di xwînê de, û ji girêkên di reh û damaran de, û ji girtina hin rehên dilî biçûk de tê, yên ku dil ji hêmanên giring wekû (oksocên O2ʺû xwarinê nahêle, û bi sala bikeve jî ji xwe nexweşî ji ber xwe ve nayê naskirin, ne ku ji nişkêve dilê nexweş reweste, dilgirêkek lêxe an jî mejî lêxe.
Û ji xwe her dem nîşanên yekem li ser vê nexweşiyê ev in, û yên ku pirrê xelkê bi sûcê wan dimrin, êdî ji ber vê yekê ez her dem dibêjim ku pîvana heweta xwînê her çend caran di heftiyê de li malê û bi taybet li cem yên ku gelekî dohn dixun û gelekî çixara û meyê vedixun gelekî girin e, û ji xwe ya herî baş ew e, ku her çend şeş mehan, pêlên lêxistina dil û leza wan li nexweşxanê an jî li cem bijîşkekî dil bêne pîvan, ji ber ku her çiqasî zû nexweşî bê naskirin, wiqasî baştir e .
Derman Di Dest Me De Ye
Heger nexweşî dereng hate naskirin û dilgirêkek dudo berî aniha hebin, çareserî ji xwe dimîne ewe ku di riya operatisyonekê re rehên dil û damarên xwînênî girtî ( û bi taybet yên bi dil ve û derdora dil ve, ji ber ku yên tên girtin tim ew in) bêne vekirin .
Operatisyona bi navê katêtera dil operatisyoneke hêsane û îro roj ji hezarê xelkê re tê çêkirin .
Dermanê di dest me de ji xwe ne ev bû, dermanê me, xwarina tenduristiye û pilana wê li gor laş e, û werziş e, ji ber ku çiqasî mirov li ser xwe bigere û tevgera wî hebe, wiqasî jî rehên dil û reh û damarên laş bi tevahî xwe bi xwe fireh dikin û nerm dimînin, û bi temen re jî li ser xurtbûna vê nermahiyê dihêlin , û xwarina kêm dohn jî li vir rolekê gelekî mezin û giring dilîze .
Ev gotar di hejmara 57 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15-1-2017