Xewn biçûk in, hêvî mezin in, û di navbera wan de êş e. welatê xwe li ser pişta xwe dikim, û hîn dilê min bi dengê welat, dengê zengilên nîvê şevê, û riwên biyan ku di nîvê kolanan de, di nav xircirê de, dinalin, lê dide.
Hemû bi tirs in, û ditirsin, tu tişt tune ye ku desmalka tires û tarîtiyê ji wan dûr bixe. Bi tirs in û bê rawestan bi rê ve diçin, lê bi ku ve, ew jî nizanin.
Her tişt reş e, jibilî riwê wan yê zer û tirsnak, tûrikê bîranînan li ser milê wan e, hemû wêneyên hêviyan ku di serdema wendabûnê de çandibûn tê de ne. çawa wisa bû, matmayî ji xwe dipirsin, bê ku zanibin ew bûne qurbaniyên kesên bêol.
Wê di riya wan de, di riya êşê de, werîsê darvekirinê li hêviya wan be, ne xem e ku bi rê ve hindekî rawestin, û bi mezinbûna êşa xwe biramin, gelo çi hişt ku ew bigihêjin vê deverê, xewnên wan bi ku ve çûn, herweha dilên wan jî, destên xwe li dilê xwe dipelînin, ta ku nas bikin ku hîn di cihê xwe de ye, lê mixabin cih vala ye, bi ku ve çû , ew jî nizanin.
Careke din digrîn, li paş xwe meyze dikin, qîrîn û hawarek ji paş wan tê, jin û zarokin dikin hawar û qîrîn, lê ew guhê xwe digrin ta ku dengê xircira ramanên balavbûyî neyê wan, dinalin û dikin qîrîn , û dûv re dilikumin û dikevin, li azmanên bilind meyze dikin, ew jî mîna her tiştî reş bûye.
Careke din diramin, bi xwe û xwe re diramin, em li ku wenda bûn, xewnên me li ku wenda bûn, gelo li paş me mane? Gelo em li ser êşa xwe digrîn, yan gelo divê em êşeke din hilgrin, berê gotine mirov tenê dikare êşa giran hilgire. Lê em ne mirov in, em nema mirov in, em bûne leylen.
Vaye careke din digrîn, û azman jî bi wan re digrîn, radiwestin û berdewam dikin, lê bi ku ve.. bi ku ve, ber bi werîsê darvekirinê ve, ma çi jibilî werîsê darvekirinê li hgêviya wan heye!
Ew jî bi hemû êşa xwe li hêviya vê kêlîkê ne, kêlîka ku wê ji hemû êş û azarên xwe rizgar bibin, êşên bêdawî.
Bi rê ve diçin, û giyanên wan ber bi sirgungehê ve koç dike, sirgungeha dawî….!