Dîrok
Dîrok xewnedar e,
bo ji nû ve bi şewla
Berbangê,
xwe bike dildarê jînê,
bo çîrokek nûjen
li bejna hêviyan diyarke
û jibîr bike, êşên li birînê…
Dîrok daxwazdar e,
ku riwê salên rûreş,
bi qevdên gotinan,
li ser tevna bê dengiyê
raxînêêê.
Dîrok demijmêra
girtiyekî
diljar, li asoyên rûpelên
riziyayî,
hêdî hêdî dixwînêêêê.
Dîrok mîna destar e,
bûyerên mirovahiyê,
Omîdên penaberan,
peyama şoreşgeran,
bi ximaviya pênûsê
vedijînêêêê.
Dîrok wiha ye.
HÊVÎ
Hêvî û xewn:
Di çihrên çavên te de,
winda bûn,
ji ber
çavên te, ji hêvî
û xewnan
dûrtirin,
vîn û evîn,
di daristana pore te de,
avjeniyê dikin
û şepola didin
kenarê dil.
Axîn û kovan,
konê xwe pêçan
û bar kirin,
ji dema rûkê teyî
berfîn.
Şewl da tariya min,
lê ji hinga
min te nasî,
ti bû çivîkek
baskokirî
û hêlîna xwe,
li peravê kaniya
Evîna min
Çêkir..çêkir.
JI SIRÛŞA PEYAMA TE
Welatekî sitembar,
kirasê bindestiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda, hêdî hêdî
hilkişiya, belkî dikaribe
li wê derê, bihnek
ji azadiyê, li ser
rûpelên dîroka
mirovahiyê, wajo bike
û biafirîne…
Welatek ji demek dirêj,
govenda bûyeran
saz dike,
li pênas û navê xwe
digere,
Di nêv mija nîgaşên
xwenade,
dibe mîna rewrewka
leylanê,
li pê dûmana hêviyan
tîdar dimîne,
Welatekî xwedî
ziman û tor,
qad û dîrok,
hînê wisa ji sawa
çewsandinê
ditirsêêêê,
ku razên veşirtî
ji bin tevna salên pîr
derînêêêêê.
Ev peyama hebûnêêêê
hînê çavên xwe
li xwendevanekî evîndar
digerînêêêê…
NEYJENA MIRINÊ
Dergehên kevneperestiyê
dîsa li pêşiya
elenda xewnan vekirin,
semawenda sembolên
tinebûnê bi dîwarên
hovîtiyê daliqandin,
bi xemaviya reşahiyê,
tîpên mirinê nivîsandin.
Li ser ciwaniya sînga te
Wajo kirin.
Qamişloka ku hînê
ji meya serxweşiyê
hişyar nebûye.
Vaye dîsa peyala
axîn û kesran
bi ser bejna te yî
sipîndar dakirin,
kolanên ku hînê
ji sawa mirinê
dilerizin û careke dî
bi kûranî neyjena xwe
lidar xistin
û çend gulên şengewîn
ji bejna jiyanê
weşandin.
Kenê sibehan ji ser
lêvên mindalan
vemirandin.
Ta kengî tê wilo bimînî.
Cirîda bahozên payizê
li deşta beyarên te,
di yek govendê de,
Sema dikin.
Çîroka te bûye efsane,
temenê salan bi teşîya
rewrewka leylanê
dirêse.
Tu bûyî evînek bê dawî,
evîna ku îroj bi dilopên
xwînê ji bin lingê
firiştiyê dojehê
tê vejandin…
Belê dilrevînê..
bê çend evîndar
di mihraba te de,
ji bo şengewîna
çavên te, li mêj dikin
qet dil sar nebî.
Dilgirtiyên te
nabin felat ji eşqa te,
wê bimînin lehengê
pêvajoya peyama
vekirî, wê destarê
jiyanê bigerînin
û çirayên vîndariyê
di zayina
Serxwebûnê de,
wê pêxînin
wê pêxînin
TE
Te raman li hev gerand
tovên
hêvî û xewnan
di asîmanê
sawirên min de çand.
Te min di ferhenga
tenahiyê de, biland
Te berê min da riya çûn
û nehatinê…
Wax li minê…
Te ajotim
şikefta xeman
di dil de, man
keser û jan
û laşê bê giyan
di bendewariya
te de, dilerize..
Kulîlk berên xwe
ji buharê dihêrin
dipengizin..
Bilbil ji daran dûr
dikevin
hêlînên xwe
wêran dikin
û berê xwe didin
jiyaneke din,
diherkin
û hînê dimînim
çav li rîya te,
di xewnan de, tu
mêvan û
di şevan de,
tu stêrîasîman î..
Di vînê de
pêxemberî him
xwedanî..
Di serxweşiyê de,
Tu meyvan î.
Di dînbûnê de,
di tîbûnê de,
melevanî..
Di comerdiyê de,
diperite!
Lehî diherike,
diterike
şermî konê xwe
bar dike…
Keleha Dimdimê1
xwe ji bo
lîstika maçan
û xapandina şevan
saz dike
û lêv
hevdû dişewtînin…!
ERÊ CANÊ
pênc sal çûn
ez hîna bêriya te
dikim.
Bêriya kenê te
dikim,
bêriya çavên
tey xumalî dikim.
Pênc sal çûn,
ez hînê di nêv mija
bîranînan de,
xulmaş dibim,
di ber banga
sorahiya
dêmên te yên sorgulî de,
şiyar dibim
û xewnên ser
jêkirî min dixapînin.
Pênc sal çûn,
me dest ji hev berda,
em ketin qeyd û benda
û kerwanê hêviyan me
bi rê kir.
Ji nû ve dergehên
xeman vebûn,
sibehên evîniyê
bar kirin,
êvarên xemgîn
xwe diyar kirin…
Pênc sal çûn
û hîn jî tu
ji hişê min ne çûyî
û wêneyên te xwe ji ber
çavên min
ne dane alî.
Bihna tey evînî,
mîna meyê ye,
min ji hişyarî dixîne…
Pênc sal çûn
hînê gîyanê min di
jîyana te de
dijî
û hêviyên min
kelogirî dibin,
li pê dûmana rojan
mişixtî dibin,
rûsar dibin,
pênc sal çûn….
JI MIN
Ez hîn di wê hûrdema
Dîdarî de,dijîm
û pêjna teyî mêşinî,
kolan bi kolan,
dever bi dever,
di quncikan de,
li min digere,
her ku xwe amede
dikim
ku bar bikim,
lê dikim û nakim
şevbihêrkên te,
girnejînên te,
ji bîra bikim…
Hevokên ku
diweşiyan
ji lêvên te
û awirên te, min
dixwarin,
ji hişê min cûda nabin
û şewşena mêbûna te,
evîna teyî agirinî,
ji vî dilê xemgîn
der nakim…
Belê dilberê di xewna
te de,
xulmaş dibim
û di lîstika dilê
te de, zarokim
bê çar dibim…
Baş dizanim,
dîdariya te, girî
û kenê te neçarin,
lê ez hîn di hêviyê de,
xwe razî dikim..
û ji sawêran, çavên
te dûr nakim…
Tu him tembûr û sazî,
ji min re xweş awazî,
bêyî te bi jînê
çawa bikim…
Bendewarî axîn û azarî,
girî û şînî,
şiyarî di dûriyate de
sar nakim…
Asîman dîn e,
qad bihar lerizîne,
belê dûriyate kul e,
qeder êş e
axîn û kîn e…
JIYAN
Arvejîna derdan,
di dilê min de, derbûne
rûpelên jiyana min
rizîyane…
Ma ez ê çi ji van
rûpelên riziyayî
ji te re, bixwînim..?!
Hêviyên min
perçe perçe
bûne…
Ma ez ê çawa evan perçên
Belavkirî, bi ser hev dû de
Bînim…?!
Evîna min li gemiya
xeman siwar bûye
û ber bi jîneke din
penaber bûye…
Ma gelo
dilê min wê dikaribe,
evîneke din xwedî bike
û kulîlkên xemgîn
bikenîne…!!?
XEMLA ROJAVA
Azad bûm ji bonaçavên te,
ji bona bejna te…
Azad bûm ji bo hemî kolanên te,
ji bo hemî xewnên te…
Azad bûm, bela bûm,
li nêv hemî deverû bajarên te.
Li Dêrikê min tovên
hêviyan çandin,
bi dilgermî…
Minbedena ala te himbêzkir
û li asîmanê vîna te,
min li ba kir…
Li Tirbesipiyê;
min çavên te,
bi kilê serxwebûnê, kil kirin
û sirûda hebûna te,
min saz kir…
Li Qamişlo;
min dergûşa evîna te hejand
û destana çîroka te,
min xwend
û lorand, helbestên
Cegerxwîn û dengê
Mihemed Şêxo,
di mehraba te de,
min bi warkirin…
Li Amûdê;
min giyanê zarokên sînema şewitî,
ji nû ve, min bi can kir…
Li Dirbêsiyê;
min sînga te,
bi stiranên şoreşê xemiland,
ji êşên Kevin,
min derman kir,
Li Serê Kaniyê;
min xaka tebi xwîna pakrewanan
ji destên neyaran,
min rizgar kir…
Li Kobanê;
min bûka azadiyê xêlî kir,
min kişwara setemêvherifand,
ji hev tar û mar kir…
Li Efrînê;
min buhara tevejand,
min darên zeytûna
li hev civandin..
û kirasekî nû li te kir,
min diyar kir,
Azad bûm
Azad bûm
ORHAN
Bi navê te,
zemîn dilorîne,
êşên welatê min.
Bi navê te…
Refên xewnê min,
di himbêza şevê de dilûsin,
Bi navê te…
Hemî razên windayî,
xwe ji bin tevna
rojên riziyayî vedijînin,
Bi navê te…
Tenê çend hêviyên kelogirî,
di dîroka jiyanê de,
di hêlana gerdûnê de, dihejîne
Bi navê te…
Stêrkên mizgîniya azadiyê,
ezmanê eşqa min ronî dikin,
Bi navê te…
Demsalên buharî,
bedewbûna
kêfa serxwebûnê, diafirînin
Bi navê te…
Xeyala min,
bedena min,
kirasê tariyê ji xwe datîne..
û Bi navê te,
her tişt di govenda bajarê Serê Kaniyê de
sema dike;
KOBANÊ
Kobanê wargeha egîdan,
hêviya Dijla û Şîlanan,
hêlîna Edhem û Fîrasan,
kişwara Sadiq û şehîdan,
tu kes nikare vîna dilête
bişkîne…
Tu kes nikare finda
xweşikbûna te ,di asoyên
tariyê de, vemrîne …
Kobanê bûka Rojava..
xwedana serhildan
û berxwedanê,
ey sirûda pêşerojê …
Kobanê vaye xaka te,
bi xwîna pakrewanan,
evîneke netewî ,di hizrên
gel de, diafirîne …
Kirasê azadiyê li bejna
Deşta Suricê û Meşte Nûrê
dikin ..Kobanê tu bûyî
destana dilê dîrokê,
tu bûyî dengê Baqî Xido
û helbesta li ser zimanan …
Tu bûyî xewna nîgaşa
Perweran û şorişvanan …
Ma kî dikare,
hebûnate, di hundirê
kina xwe de, biçewisîne..
û tune bike..
û paytexta mêraniya te,
di zikê tires de, veşêre
û bilerzîne …
Roj ji bo te bê tebat in
û şev di axîna te de,
dilsar in, bi azar in..
bê xew dimînin …
Ne nervîn û ne ti hêz dikarin,
di nêv çeperên hovitiyê de,
te dîl bikin …
Yan arvejîna di nava te de,
rawestînin …
Kobanê; bila çavên te
poşmaniyê himbêz neke..
û qet hêsiran tu nebarînî,
bila xemgînî kêfa serxwebûnê
ji te nerevîne …
Vane şervanên te,
gemiya rizgariyê,
bi şewla berbangê,
xêlî dikin Kobanê..
Kobanê…
Ev nivis di rojnameya Bûyerpress, hejmara (55)an de hatine weşandin.15.12.2016