Kurd ew miletê li ser xaka bav û kalên xwe dijîn, her tim xwe li hember hêzên dijwar dibînin, hêzên ku dixwazin wan ji kokê bibirin, lê berxwedana vî miletê zindî gelek rûpelên gulgulî ji dîrokê bi xwîna xwe a pîroz hatine xemilandin.(xemilandiye)
Dîrok: Ku mirov bi nêrîneke hûrbîn li jiyana Kurd ên berî sedên salan binere wê tekez bike bê çiqas talan û xopan hatiye serê wan û xaka wan bûye tabloyeke ji xwîn û hestiyan, çimkî neyaran tim gemş û şerên xwe li ser wê xakê çê kirine da baca mezin Kurd bidin û tim jar, perîşanî, kuştin û wêran para wan be.
Bobelat û malwêraniya hatiye serê miletê Kurd ku serkirdeyên wî bi berpirsyariyeke temîz tê de biramiyane wê her çend salan dîse ew jankêşan bi awayekî din nehatibane serê wî, lê mixabin tim van serkirdeyan xwe dîlê nêrînên teng çi olî bin yan bercewendiyên kesayetî bin dîtiye. Ne halo tenê jî, ya ji vê mestir ew e ku her hêzeke Kurd an berçavka neyêr dide ber çavên xwe û li birayên xwe dinêre weke dijmin ne weke piştgir û hevparê biryar û hebûnê!!!!!
Xwenasîn: Xwendina dîrokê bi tivingê tenê tekûz nabe, çimko hatiye zanîn ku serkeftinên Kurd an di qadên şer de li ser mêza hevpeyvînan têk diçin, ev yek çi pêwîst ji rewşa me re destnîşan dike? Ger ew ne yekrêzî û yekîtî be wê çi be? Min ew hêvî ji serkirde nedikir halo girêdayî bi dagîrkeran ve derkeve. Qey naxwe em evqas sal hatibûn xapandin! Yekî dilşewatê Kurd iyetiyê wisa di ber xwe de digot û hêsirên wî simbêlên wî şil kiribûn. Ev tracîdiya bê bext ne ji bo Kurd an bi tenê hatiye , lê ma gelo hêvî heye em guhertinê bikin rêveçûna jiyanê?
Pirojeyên REŞ: Pirojeyên hene tev de li dor xwena welatê rojê, welatê zîv û zêran, welatê gencîna petrol û şûnwarê şarestaniyên xwedan rol di hebûna mirovaniyê de. Hemû piroje xwe vediguherin lê armanca tevan ew e ku dagîkirina xwe bi çi awayî be li ser vê xaka pîroz bidomînin, her çar dewletên Kurdistan li xwe hevbeş kirine di bin mêza kîn û çavsoriyê de li hev dicivin û dixwezin hin ji hêzên Kurd an bi nerîna xwe ya ku ew lîstika bi mejiyê me yê Kurd ê dîndar û olperest, çawa Îran bi alîkariya Îraq û Sûryê dixwaze karîdoreke Şîe çê bike û Kurdistanê biqelêşe û Kurd an bi xwe jî ji hev parçe bike, lê nayê jibîrkirin ew şofena bi nav olperest çawa bi sedan xort qîzên Kurd an bi darve dike li Kurdistana Rojhilat û li Kurdistana Basûr jî tim koleyên xwe dixapîne bi navê şîeyetê û navûdendên pûç û vala.
Tirkî jî dev bixwîn e, sed hezar ferman derheqê Kurdan derxistine û bi hezaran gund talan kirine û niha bajaran jî wilo xopan dike, ji bilî ku jimarên pir mezin ev sedên salane ji Kurdan kuştine û hîn dikuje û di van rojên bûrî de bi sedanan xortên zana û endamên perleman yên Kurd girtine û binçav kirine, herçende Ardogan dibêje ku Kurdistan li Çînê çê bibe ez dijî wê me!
TEV-DEM: Cihê razemendiya her kesekî ye gava rêz ji dengê milet re hebe, bi çi rengî be bila bibe, ya giring ew e milet xwedî nûner be, çi di hikimdariya tar û bajaran de û çi di perleman de, û ya herî baş jî ku ev system bihna têveliya milet jê were ne ya rêxistinke bi tenê. Ev gotin rastiya xwe ji bo rêbaza nivîsandina pirtûkên dibistan, institutî û kolîjan re pir lihevhatî ye. Ji aliyê konevanî ve jî xurtkirina aniya hundir pir pêwist e û rengek ji yekrêziyê, nemaze di van nîrên dijwar de, di nav hêzên sereke de hebe, weke nimûne di nav TEV-DEM û ENKSê de, û yên mayî nêzî wê ne bêhtir . Kesek bêyî fermaneke dadgehê neyê girtin û kesek hate girtin divyabû piştî du rojan bê dadgehkirin, ji xwe girtiyên nêrînan û rojnamevan çênabe bên girtin ji bo karên xwe.
ENKS: Bi hûrbînî li ser endametiya xwe di kuwalatisyonê de rawest çimkî ev opozesyon mîna kevoka qelab e, her yek ji endamên wê derbarî mijara Kurd î nerîneke reştir ji yê din eşkere dike û gelek caran jî pelikên ku imzekirine vedigere….bext ji opozesyona Sûrî re nîn e.
Ya herî giring ku her du hêzên sereke di bin masê de lihevhatineke rasteqîn ji bo bercewendiya milet hebe .