Şêrwan Yûsiv
Serok-komarê Tirk Receb Tayib Erdogan di hefteya borî de di rêzedaxuyaniyên xwe de Peymana Sewrê bibîr xistibû ku: ‘’Qonaxa em îro tê re derbas dibin jinûve dîzaynîkirina pergala cîhanî û herêmê ye û eger ku Tirkiye di vê gava xwe de raweste dê mîna qonaxa Peymana Sewrê be’’.
Peymana Sewrê jî yek ji wan peymanên ku di encama Şerê Cîhanî yê Yekemîn di 10’ê Tebaxa 1920’an di navbera Welatên Hevalbend û Dewleta Osmanî de hatibû îmzekirin e û rê li pêşiya jihevketina “Dewleta Osmanî” vekir.
Li gorî peymana Sewrê li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê hebû.
Di nava bendên vê peymanê de xweseriya Kurdan derbas dibe û heta digihîne wê radeyê ku; eger bikaribin bi temamî xwe birêve bibin dikarin ji “Dewleta Tirk jî veqetin” û Tirkiye dikare dev ji mafên xwe berde. Û dîsa jî di vê peymanê de çarenûsa Mûsilê jî derbas dibe ku eger Kurdên wir bixwazibin tevlî “Kurdistana Serbixwe” bibin dê ti rikberiya hêzên Hevalbend nîn be.
Eger ku em dirêj nekin û careke din li daxuyaniya Erdoganî vegerin, dê derkeve holê ku piştî derbasbûna derdora sed salî di ser vê peymana ku bicih nehatî re Osmaniyên nû hîn jî bi “Fobya-Kurd” di wê tirsa xweseriya Kurdan de jiyan dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê qonaxê di şîrovekirina berjwendiyên dewletên sermayedar de bibîr dixîne ku Gelê Kurd di wê qonaxa çarenûsî de bû qurbanê wan berjewendiyan û di encamê de komara yekreng a Tirk hate dazmezirandin.
Ocalan dibêje: “Komara Tirk ne li dijî Ingelterayê lê belê bi piştevanî û destekdayîneke diyarker ji wê hate damezirandin. Du armancên Ingelterayê ji vê yekê hebûn: A yekemîn; ku Tirkiye di hevsengiyeke stratejîk de li aliyê başûr ê Sovyeta ku dixwest şoreşeke cîhanî çêbike de bihêle. A duyemîn ew e ku; dewleta neteweya Tirk a nû ber bi sînorên teng ve bikişîne ji bo ku li ser wê (li ser Ingelterayê) nebe xetere. Peymana Lozanê jî berhema vê helwestê ye.”
Ocalan di kûrahiya nirxandina xwe de dibêje ku “Ataturk hevsengiya di navbera Rûsya û Ingelterayê de bikar anî”. Lê belê Ingelteraya ku çavên xwe berdabû petrola Mûsilê ji damezirandina komareke hebeş di navbera Kurd û Tirkan de nepejirand û ‘Atatruk gihand wê radeyê ku di navbera Mûsil-Kerkûk û Kurdan de hilbijêre”.
Û ji bo ku komara nû ya Tirk xwe zindî bihêle û weke dayîka xwe ya Osmanî nexweş nekeve û nemire, xwe li ser rijandina xwîna Kurdan girt û dev ji Mûsil-Kerkûkê berda.
Erdoganê ku ketiye tay û tirsa xweseriya Kurdan hîn jî bi mejiyê berî sed salî jiyan dike û dibêje “Şerê me yê niha ji bo yekîtiya netewe, al û dewletê ye” ango xuya ye sultanê Osmanî yê nû li ser nimûneyeke nû ya hevrejiyanê ne vekiriye û hîn jî paşverûtiya xwe ya Osmanî jiyan dike.
Û eger ku em bala xwe bidin bazara Erdoganî ya li ser Helebê; dixuye ku dixwaze bazara Ataturk a li ser Mûsilê vegerîne, ango çawa Atatruk li ser hesabê ku kurd nebin xwedî statû dev ji Mûsilê berda, Erdogan jî heman senaryoya Ataturkî vedigerîne û ji bo ku statuya Rojava negihê serî dev ji xeta Mîsaqî Milî Mûsil-Helebê berda û ketiye Babê ku kurd nebin xwedî statû û maf.
Lê… !
Mejiyê Erdogan ê paşverû naxwaze bawer bike ku Kurd ne Kurdên berî sed salî ne.