Wekû her sal, di vê demê de ji salê ez li paytexta Kurdistan Amedê bûm, da ku beşdarî fastîvala Şanoya Kurdî li wir bibim..
Îsal jî hatibû plankirin ku ez bi semînerekê derbarê hunera Şano û qonaxên ku têre ev huner derbas bû li Rojavayê Kurdistanê, derbarê zehmetî û aloziyan û derbarê rewşa Şano di serdema şoreşa Rojava de ji xelkê Amedê re biaxivim.
Bi rastî ez bibêjim, yek ji wan saetên herî xweş di jiyana min de ye dema ku dibim mêvanê festîvalên Şano, lê herî xweş jî dema ku ew festîval li Amedê be.
Di van festîvalan de ez nêzî hunera ku ez jê hezdikim dibim, rojane çend caran şano bi Kurdî zindî temaşe dikim û piştî şano jî bi şanogeran re dikevim nava gengeşe û rexnekirinê de û bi vê xebatê em hemû jî li pêş dikevin û bi vê pêşketinê re em asoyên nû ji pêşeroja vê hunerê re dinava gelê Kurd de dibînin û bi taybet bi hewildanên ciwanan re dema ku bi bi gaveke fedyok tevlê dibin.
Ev wisa plankirî bû lê nebû..
Çima nebû jî sedema wê ji tevahiya dunyayê re xuyaye..
Îsal dewleta şoven a Tirk nehişt ku karên şaredariyê bi rêve here, şaredar girtin, gelek xebatkar ku girtina şaredaran pirotesto kirin ew jî girtin û hevalên ku me dixwest em wana li ber ronahiya sehnê bibînin, bûn mêvanê zinadanên tarî ku qet li bejn û bala wan nayê.
Dewleta Tirk îsal ne wekû ti caran, lê di heman demê de wekû her car, riwê xwe yê reş bê şerm û fedî derxist û bi awayekî herî qirêj hemû tevgera xwe û plana xwe li ser dijberiya miletê Kurd ava kir.
Dewleta Tirk ji dema ku Erdogan bû serokwezîr û ew palana ji nû ve avakirina imperatoriya xwe ya têkçûyî dike, Erdogan ku demekê qedexe bû û di zindanê de bû, dikarî bi şêweyekî gelekî bêbext bi hemû aliyên ku jêre pêwîst bûn têkiliyan ava bike da ku li ser pişta wan bighêje armancên xwe.
Erdogan li ser hemû benan lîst û bi hemû kesî re ket nava peyman û hevbendiyan de û hemû aliyên van peymanan ceriban, dema ku dît ku ne ji bercewendiyên wî ye hema lê qulipî.
Erdogan bi Rûsya, Israîl, Îran û Kurdan re kete nava peymanan, pêşî bi Rûsan re piştî ketina balafira wan di nava wan de bû dijminatî.
Bi Israîl re piştî têkiliya wan û Tirkî a salan bi wan re jî têkiliya xwe birî û qaşo di ser Filestînan re tê nema bi wanre da û stand.
Îran ji xwe dijminê dîrokî bû ji serdema Sefewî û Osmaniyan ve, lê dîsa jî bê fedî Erdogan di serdema plana xwe ya nû de pêre li hev hat, ne ji ber ti tiştî lê ji bo ku pişta xwe vekirî nehêle di şerê xwe yê ku amade dike de.
Erdogan di sala 2013 an de bi insyatîva rêberê Kurd Ebdulah Ocalan, planek ji bo aştiyê qebûl kir.
Lê di wê serdemê de Erdogan bala xwe da peymana bi Kurdan re, ka wê çi bi xwere bîne.
Ewî texmîn dikir, digot an wê Gerîlla çek deyne, an jî wê miletê Kurd ji wanre bêje ewqase şer wê dawiyê aştî qebûl kir, û wê ji dû wan veger.
Lê herdû jî nebûn, wan gerîlla ji nava bajaran kişanndin, lê ji çiyê danaxestin, miletê Kurd jî ji wan re got em di şer de û di aştiyê de jî li pişt we ne.
Erdogan dereng û piştî serkeftina Kobanê fêm kir ku Ocalan ji girtîgeha xwe neqşa herêmê diresimîne û ji ber wê jî nema zanîbû çawa li wê peymanê biqulipe.
Ocalan dema ku ew peyman bi Tirkî re li darxist wî bêtir dixwest ku gelê Kurd bi Rojavare mijûl bibe, û wisa bû..
Di nava salên 2013 û 2014 an de Rojava gavên mazin avêtin û şoreşa ciwan xwe li ser lingên xwe girt.
Artêş hate avakirin û ev artêş ji qonaxa xweparastinê ket rewşa êrîş û rizgarkirinê.
Di dema ku Kobanê bû mijara cîhanê û koalisyona navnetewî ket nava şer de û bû alîkar ji Kurdan re, Erdogan mîna miriyê ku serê wî li kevirê gorê bikeve bi xwe hisiya bê çi şaşiyek mezin kiriye.
Heya ku Erdogan bi xwe hisiya dît ku hema bêje Kurdan dewlet ava kirine û seranserê sînorê bi Rojavare ala kurdan li ba dibe.
Erdogan bi rengekî li peymana xwe qulipî ku her tişt ser û binî hev kir, di nava ciwanan de li Sirûcê teqîn çêkir û ciwanên Kurd têde kuştin û xwedê gravî ku Partiya karkerên Kurdistanê ev teqîn kiriye û careke din dest bi şerê li dijî wan kir.
Li derveyî şerê leşkerî, Erdogan dît ku di dema aştiyê de Kurdan li bakur jî dewletek ava kiriye, tenê Tirkî bi nav li bakur mayê lê kurdan her tişt xistiye bin kontrola xwe de, vê carê naskir ku şerê leşkerî li dijî Kurdan têrê nake û wan tune nake.
Ji bo cara yekem li Tirkyê ewqase palamenter niha di hebsên Tirkyê de ne, ji bo cara yekem li Tirkî şaredarên ku hatine hilbijartin ji alî gel ve hatin rakirin û endamên AKP li şûna wan şaredaran hatin bicih kirin..
Erdogan bi Rûsya re li hev hat, bi Israîl re li hev hat bi Îranê re li hev hat û bi Ewropa re peymana li ser tehdîda bi şandina koçberan re li darxist û hemû hêza xwe da hundir.
Ji ber van kiryaraên wî jî ez niha li şûna ku bi şanogerên Amedê re li ser sehnê buma, ez li ber nûçeyan rûniştîme dişopînim li bendê me ku dunya li hember van kiryaran bê deng nemîne.
Ev gotar di hejmara 55 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.12.2016