– Min ji Seydayê Cegerxwîn re got: Helbestên te nabin stran.
– Ez di vî şerê dijwar de stranê çê nakim, ez ê ji bo aştiye tenê stranê çê bikim û bêjim.
– Di hevpeyvîneke xwe de Ziyad Rehbanî gotiye Se’îd Yûsiv amûrjenekî gerdûnî ye.
– Hinek hene huner li wan bûye bela, û hinek hene ew li hunerê bûne bela!!
-Min 8 se’etên bêrawestan li bizqê xistiye ez gihame asta ku kes tiliyên min nebîne.
– Ku bixwazim li dengan guhdar bikim tenê li Miradê Kinê, û Mihemed Arif Cizrawî guhdar dikim.
– Silavên min ji Qamişloka Evînê re hene, ez axa Qamişlo maç dikim.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
“Mixabin, na! Hunermendê Kurd diçe ber dilovaniya Xwedê û sed hesret di dilê wan de dimîne, min serdana Hunermendê navdar Hesen Cezrawî kir, kursî nebû ez li ser rûnim, wisa di serdana Mihemed Arif Cizrawî cilikek nebû ku mihvanên wî li ser rûnin, piştî ku dimirin ji nû holan bi navê wan ava dikin”
– Di serî de em dixwazin hûn xwe ji xwendevanê rojnameya Bûyerpress re bidin nasîn.
Ez di 10ê Nîsana sala 1947an de li bajarê Qamişlo tara Qedûr Beg hatime dinê, bavê min hostayê avakirina xaniyan bû, ez tenê ji bavê xwe re çêbûme” Wehîd im” ne xweh nejî bira! Ji zarotiya min ve bavê min digot lawê min bi gelek lawa ye! xwe bi min didît, ji ber ku di dibistnê de xêza destê min pir ciwan bû, û min şêwekarî jî dikir, ev hemû berî ku ez berê xwe bidim hunerê. Civaka me civakek feqîr û perîşan bû, her xwe dûrî pêşxistinê dixist, ji şêx û meleyan bawer dikirin, tê bîra min carê me ji xelkê re digot hûn şahiyên xwe li kolanan çêdikin, hemû toz e, ka carê ji xwe re holan bigrin, wî heyamî holê şahiyan yên birayên me yên Xiristiyanan bûn, digotin wa em ê çawa keçê xwe û jinê xwe bibin hola wan!? Pirsgirêkê civaka me zehf hebûn û mixabin heta niha jî hene!!
We çawe rêya huner û mûzîkê bijart?
Di sala 1966an de, bavê min tembûrek bi 13 kaxetê sûrî ji min re kirî, min jî li mal wensa xwe bi wê tembûrê tanî, dora 2 salan min xwe hînî lêxistina tembûrê kir, bavê min temûberke pir baş ji min re anî, û min stran xweş li ser tembûra xwe ya nû lê dixistin. Di wî heyamî de aheng qedexe bûn stran bi zimanê Kurdî jî qedexe bûn, di odeyan de, yan ku hin di xwendina xwe de derçûbana me ji wan re hin stran digotin, navê min di nav dost û hevalan de derket, vêca min hewl dida ku ez hin stran ji xwe re çê bikim, min gotin bi hev vedikirn û strana yekem ku min nivîsî û awaz kir, “Eman Eman Çîhan” bû, ew di sala 1967an de bû, vê paşiyê Şivan Perwer jî ew stran got, pir navdar bû ew stran, min paşê çend stranên din çêkirin ji wan: Rewşê rewşenê, xwe neveşêre kubar, çavêm te nabînê, gulperî. Min stranê xwe birin Libnanê û li wir min tomar kirin bû albomek. Wê çaxê jê re digotin “Istiwane”, min ew alboma xwe şande radyoya Bexdê, yekser hatin weşandin, strana rewşenê navdar bû, dibe ku ji awazên wê be ku straneke sivik û nerm e.
– Di wî heyamî de tenê tembûr di herêmên me de hebû, Hûn çawa pêrgî alava Bizqê bûn?
Alava Bizqê bixwe koka wê Yûnanî ye, min giringiya vê alavê dît ku dibe Kurd wê nas bikin, hinek kêmasiyê wê hebûn, ji ber ku hemû deng netanîn, min perdê wê guhartin, min jê re ribek deng çêkir, û wisa hemû mûzîk pê dihatin lêxistin”Kurdî, Erebî; Tirkî, Farsî”. min ew anî Qamişlo, ji ber giringiya wê min ew bijart, û niha bi sedê hezaran kes fêrî vê alava mûzîkê bûne.
Piştî ku min tiliyên xwe baş fêrî bizqê kirin, û navê stranê min jî derketibûn, min hin şevbuhêrkê taybet lidar dixistin, li vir û li wir, dost û heval, ez nedisekinîm wek perwerdeyekê bû ji min re, vê dawiyê min nema dikarîbû bela xelkê ji xwe vekim, bû wek karê min, tê bîra min di sala1968an de min dawetek lidar xisit 25 kaxetê sûrî dane min.
– Em hinekî li ser ezmûna te di nivîsandin û awazkirina helbestê de, biaxivin?
Afirandin tişteke xuzayî ye, bi mirov re tê, min ji xwe re digot ez dikarim tiştê xweş binvîsim, çaxa min helbestek dinvîsand û awaz dikir, min ji cemawerekî re digot, wê çaxê min nas dikir ku çiqasî cemawer ji gotin û awazên min hes dikin, û ji 50 salî ve ez ji nivîsandina helbestê û çêkirina awazan newestiyame. Seydayê Cegerxwîn ji min re got: Çima tu helbestê min awaz nakî û nabêjî? Min got Seyda helbestê te ne yê strana ne, gote min ew raste ne yê strana ne, bi rastî ez nizanim helbesta stranî çêbikim!! Helbestvanê Kurd cudahiyê naxin di navbera helbesta “helbest” û helbesta stranî de.! Her wisa di çêkirina mûzîkê de, li Ewropayê pêşî mûzîkê çê dikin paşê gotinan jê re tînin, Hunermendê Kurd pêşî gotinan tîne û paşê jê re awazan çêdike! ew jî şaşiyeke pir mezin e! Ji ber mûzîkjen”Awaz danêr” di nav Kurdan de tune ne, ew gotinan dinvîsîn û awazan ji wan gotinan re peyda dikin. Mûzîkjen çaxa ku parçeyeke mûzîkê çêdike ji bo xelk lê guhdar bikin, di nav Kurdan de kesek tune ku parçeyên mûzîkê çêbike.. Min gelek parçê mûzîkê çêkirine, di sala2013an de, tîpa mûzîkê ya niştimanî ya sûrî 12 parçeyên mûzîkê yên min çêkirbûn bi orkêstrake mezin di mala Oppra de li Şamê lêxistin.
Em bên li ser qonaxa çûna we bo Libnanê û damezrandina Koma Newroz ?
Ez wek hunermen her û her li pêşketinê digeriyam, min hêza xwe di hunerê de nas dikir, û ji ber navê Beyrûtê kirbûn “Siwêsra Rojhilat” hemû rê li ber afrêneran vekirî bûn ez çûme Beyrûtê. Ez demek xweş li wir mam, min dît ku komeke Ermeniyan heye, û baş mûzîk û dîlanan pêşkêş dike, min têkilî bi hin xortê Kurd û malbatên Kurd re kir, ku em jî komek filiklorî çê bikin, di despêkê de ez pir westiyam Kurdan nedihiştin ku keçên wan werin dîlanan bikin, ez li xortan neheyîrîm, min çend keçê Kurd anîn û 7 keçê libnanî bi mûçe dihatin kar bi me re dikirn anîn, û me kom damezrand û me navê wê kir “Koma Newroz”. Ji wan keçên Kurdan min dengek bijart û min ew derxist li ser dika hunermendiyê, û navê wê derket helbet hûn hemû wê nas dikin hunermened “Şêrîn” e.
Vê dawiyê rehmetiyê Mihemed Şêxo hat Beyrûtê ew jî tevlî koma min a Newroz bû erkê wî di komê de li ser amûra bizqê bû, ne wek hunermend min ew bijart!! Me perwerdeya salekê kir heta ku me berê xwe da ku em ahengeke mezin bi sponserya serok wezîrê Libnanê Saib Selam kir, bi hezaran kesayetê navdar li wê ahengê amade bûn, rojnamegerya Libnanê bi xortî li ser vê ahengê sekinî, û weşand û nivîsand, navê koma min derket, û êdî em bi xortî dihatin xwestin ji bo aheneg û Festîvalan.
Mamoste Se’îd Yûsiv hinek gengeşe li ser bûyer û dîroka vê komê, û vê ahengê heya! hunermend Mehmûd Ezîz Şakir dibêje koma min bû ya ku bi sponserya serok wezîrê Libnanê aheng lidar xist?
Çaxa ku Mehmûd Ezîz Şakir hate Beyrûtê kesî ew nas nedikir wek hunermend, dixwest ku tevlî koma min bibe, lê mixabin cih di komê de tune bû, û min jî ew nas nedikir, vêca çend kes hebûn dihesidîn koma min, berê M.Ezîz Şakir dane damezrandina komekê ji bo berberya koma me bikin! Wan jî ji xwe re holek girtin û bi sponserya serok wezîr Saib Selam aheng lidar xistin, lê bi serneketin, û koma wan xerabû, û M. Ezîz Şakir hat tevlî koma min bû.
“Ez ji berê bêtir niha kar dikim, min hetanî 8 se’etan bê sekn li bizqê xistiye ez gihame asta ku kes tiliyê min nebîne”
Hûn sê hunermendê navdar ” Se’îd Yûsiv, M.Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo” li Beyrûtê bihev re bûn, têkiliyên we bihev re çawe bûn?
Ji bo nebim berpisyar di ber dîrokê de Mihemed Şêxo li Libnanê ne navdar bû, û kesekî ew û M. Ezîz Şakir nas nedikirin. Mihemed Şêxo li ser bizqê bû, û amûrjenekî lawaz jî bû, çend mehan bi M.Ezîz Şakir re ma, çend stranê wî û hinek ji stranê min ezber kirin, çaxa ku ew hate Qamişlo em li Beyrûtê man, û bi wan stranan li Qamişlo wek hunermend hat naskirin û navdar bû, ku ew stran yê wî ne! Bibûrin ku ez vê gotinê bibêjim dibe ku hinek dilê xwe ji min bigrin, Mihemed Şêxo li ser hesabê stranên M.Ezîz Şakir derket û navdar bû, lê bi roleke mezin di aliyê hunerê de lîst Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike. Û Mehmûd Ezîz Şakir jî li alava Ûdê dixist û miletê Kurd ji mûzîka Ûdê hez nake, loma jî ew zû navdar nebû.
– Em li ser bijartina te ji helbest û helbestvanan re biaxivin?
Mixabin, di herçar parçeyê Kurdistan de awazdaner û helbestvanê stranî kêm in! Ji ber ku helbestvanê stranî tune bûn, bê çare dimam ku ez helbesta stranî ji xwe re binvîsim, wek nimûne min ji Seydayê Cegerxwên re Helbesta “Gava Seher Rabû Ji Xew” çêkir û stra, lê min jê re got helbestê te ne yê stranî ne!
– Min dixwest ez vê mijarê jî bi te re gengeşe bikim, gelo navê Qamişlo berî strana te, yan piştî strana te bû ” Qamişlo Bajrê Evînê”?
Belê bi wê strana min ya navdar “Qamişlo Bajarê evînê” Navê Qamişlo bû bajarê evînê. Ez bi vî navî xwe paye dikim. Ji ber Qamişlo ji min re gelek tişt e, cihê gelek tiştan e, Kurdê Qamişlo ji Kurdê herçar parçeyên Kurdistanê çêtir in!!
” Hîn min kesek nedîtiye ku ez navê xwe bidimê, ji ber ku mîrekî daye min, pêwîst e ez bidim amûrjenekî jêhatî, “
– Ji bilî hunermendê Kurd, we ji hunermendê Ereban re jî awaz çêkirine, em wan di vê hevpeyvînê de nas bikin?
Ezmûneya min di nav hunera Ereban de, sûd da min, ez li ber destê mamoste Ferîd Xusin mamostayê Ferîd Altreş bû fêrî gelek bingihê mûzîkê bûm, ji bo awazan carekê ji Ferîd Altreş pirsîn hûn ji çi ditirsin? Gote wan ez ditirsim ku zû bimrim û bi sedan awaz di serê min de hene û nehatine tomarkirin!? Ez jî niha vê dibêjim bi hezaran awaz min çêkirine û min amade kirine lê ka ez wan bidim kê? Mixabin û sed mixabin! Min ji gelek hunermendê ereb re awaz çêkirne, di heyamê xwe de navdar bûn. Lê vê dawiyê çirûska wan vemirî, lê ya navdar ku min jê re awaz çêkirine Semîra Tewfîq bû. Min ji bo hînbûna alava bizqê pirtûkek nivîsandiye, lê belê min çap nekiriye di wê pirtûkê de min 12 parçeyên mûzîkê afrandine, hin ji wan parçeyan mûzîkjenê Libnanî yê navdar Ziyad Rehbanî dîtin, û ew 12 parçe bi orkêstrake mezin çêkirine û li rex xwe hilandine. Û di hevpeyvîneke xwe de Ziyad Rehbanî gotiye Se’îd Yûsiv amûrjenekî gerdûnî ye.
– Em li ser navê te wek Mîrê alava bizqê di gerdûnê, piştî ku mîrê berê Mihemed Ebdulkerîm da te baxivin, hûnê piştî temenekî dirêj vî navî bidin kê?!
Ez ji navan hes nakim, helbet bi vî navî pir şanaz im, ji xwe wek her kes dizane ku Mîrê bizqî yê berê Mihemed Ebdulkerîm bi min vekiriye, helbet wî dît ku ez çiqasî pspor û şaraza me di lêxistina alava bizqê de lê wek ez niha mîrê bizqê me qet mafê min negha ye min ji ber ku 12 dîwanê min hene û ez nikarim wan çap bikim- Ka mîrîtiya min- Min bêtirî 1000 stranî çêkiriye, pêwîst e ku ez tomarkirna gelek stranan ji wan nû bikim hemû tişt hene û kes nabêje ez amade me, ew bixwe dilê min bi min naşewite lê dilê min bi wan stranan ve maye ku hîn wek tomara berî 30-40 salî mane, yê ku dixwaze vê bangê guhdar bike dikar têkiliyan bi min re bike!! Ya ku ez ê vî navî bidim kê, hîn min kesek nedîtiye ku ez navê xwe bidimê, ji ber ku mîrekî daye min, pêwîst ez bidim amûrjenekî jêhatî, hîn min ew nedîtiye, tevî ku kurê min Zoro ji %70 ji min biriye, lê nikarim vî navî bidmê, dibe ku hin hebin hîn min ew nas nekiribin!
– Hûn rojê çiqasî li amûra bizqê dixin?
Ez ji berê bêtir niha kar dikim, min hetanî 8 se’etan bê sekn li bizqê xistiye ez gihame asta ku kes tiliyê min nebîne..!!
– Gelo hunermendê Kurd di riya huner û mûzîkê de karîbû debora jiyana xwe bike?
Mixabin, na! Hunermendê Kurd diçe ber dilovaniya Xwedê û sed hesret di dilê wan de dimîne, min serdana Hunermendê navdar Hesen Cezrawî kirm kursî nebû ez li ser rûnim, wisa di serdana Mihemed Arif Cizrawî cilikek nebû ku mihvanê wî li ser rûnin, piştî ku dimrin ji nû holan bi navê wan ava dikin.
– Gelo pêvajoya hunera Se’îd Yûsiv bûye dibistan, û şagirtên vê dibistanê çêbûne?
Ez naxwazim vê bêjim, lê bi hezaran kes hene rêya mûzîka min şopandina, û staîylê min bijartine.
– Ji bo vê kirîza dijawar ku di Sûriyê de qewimî û vêket, we çi ji gelê sûrî û gelê Kurd re çêkiriye?
Ez di vî şerê dijawar de stranê çê nakim, ez ê ji bo aştiye tenê stranê çê bikim û bêjim.
– We çend stran hetanî vê axeftinê çêkirine?
Min nêzî 1000 stranî tomar kiriye. Tiştek nemaye ku min stran ji bo wê bûyerê yan wê mijarê çênekirye!
– Niha di vî heyamî de hunermend albomek xwe derdixe dibe ku tenê stranek jê navdar dibe, ne wek heyamê we û albomê we hemû stranê albomên we navdar dibûn, sedem çine gelo?
Ji ber ku piraniya albomên ku derdikevin mîna hev in, di abomekê de 8 stran hene wek hev in, dişibin hev, cudahî tune ne, rengan nadin helbest û mûzîkê, gotinek min heye ez tim dibêjim: Hinek hene huner li wan bûye bela, û hinek hene ew li hunerê bûne bela!!.
– Çi di dilê hunermend Se’îd Yûsiv de maye, û hîn pêk nehatiye?
Dîwanên min in, ku bêne çapkirin, û stranên min ku ez careke din tomara wan nû bikim, ev di dilê min de maye.
– Çaxa hûn tenê bin, hûn li kê guhdar dikn?
Ku bixwazim li dengan guhdar bikim tenê li Miradê Kinê, û Mihemed Arif Cizrawî guhdar dikim.
– Hûn poşman bûne ku we riya hunerê bijartiye?
Huner tiştekî pîroz e, xweş e, lê mixabin wek dilê min nebû, û neqeda.. lê ne poşman im.
Şîreta mîrê Bizqê ji nifşê nû re?
Di serî de pêwîst e ew bi awakî zanistî xwe hînê çanda huner û mûzîkjeniyê bikin, xwe ji kultûr û filikora xwe dûr nekin, nabe ku ew dûrî wan herin, giringe ku ji xwe re stîlekî taybet bixwe çîbike.
– Hatinek we ji bo Rojava heye?
Helbet dibe ku ez werim.
– Heger hûn hatin hûnê vastîvalan lidar bixin?
Helbet ku ez hatim, ez ê fastîvalan lidar bixim, û amade me jî.
Gotina dawî:
Silavê min ji Qamişloka Evînê re hene, ez axa Qamişlo maç dikim, ji hemû hezkiriyê xwe re silavan dişînim her û her hûn serkeftî bin. Ez birayê we Se’îd Yûsiv im.
Ev hevpeyvîn di hejmara “55”an ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin.15.12.2016