Piştî ku rewşa Sûriya ber bi xirabûnê ve ҫû, û ji encamên şoreşa wê, li her deverî rewş tev li hev bû, bi teybet li deverên Kurdan. Dema ku merov lê dinere, pir zorî lê peyde bûye, deverên me ber bi valahiyê ve ji hemwelatiyan diҫe, ber bi guhertina dêmografiyê diҫe, dema em li ser giringiya wê rawestin bê ҫi ҫareserî jê re pêwîst e. ji hawîrdor dewletên derdor, ku naxwazin tu başî li nav Kurdan pêk were, lewma bi her şêweyî li dijî tevgera me disekinin û destê xwe dirêjî nav welat dikin, ji hêla din ve dewletên navnetewî û bi teybet dewleta Emerîka û Rûssiya dixwazin ligel hêzên me alîkar bin. Tevlu ku ji destpêkê ve, dewleta Turkiya bi himeta recîma AKP destê xwe yek ser dirêjî nav dijberya Sûriya kir û ew bê hêz kirin, lewma rewş ber bi xirabiyê ve ҫû, û pir tevluhevî peyde bû.
Ji encamên vê yekê hêzên tarî yên xwediyê tirorê xwe pir bi hêz kirin û dewleta bi navê ya Islamî li Îraqê û Sûriya bi nav kirin û bûne bela serê gelê Kurd, ku dijminê gelê Kurd wan li dijî Kurdan li Başûr û Rojava bi kar tênin, êrîş bi êrîş li dijî Kurdan bi kar tênin. Ev rewş ber bi Asta navnetewî berz dibe, di deverên me de berevanî berfereh û bi hêz dibe, alîkariya navnetewî bi xurtî pêşkêşî hêzên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistan dibin. Hevpeymana navnetewî bi belafirên xwe piştevaniya hêzên me dikin, lewma diyar e ku ev berevaniya li dijî hêza Terora reş ji berjewendiyên dewletên navnetewî ne, êsta bihtir xurt dibe.
Di vê dema nazik de, girêdayî hilbijartinên serokatiya Yekîtiya Neteweyên Emerîka, ku kandîdê herdu Partiyan bal dikişandin ser piştgîriya Kurdan, û bi teybet yê rêpublîkana “Donald Tramp” vêca piştî ku bi ser ket û bo serokatiya Emerîka hate hilbijartin got ku pêwîst x e bi xurtî emê alîkariya Kurdan bikin, bi behweriya wan Kurd xurt tirîn hêzin, bo Emerîka yê li dijî Hêza Terorê , hêvî xurte ku bi Kurdan re hem li Başûr û hem li Rojava piştgîr be, ew bi xwe weke kes wê ne wissa bi tenê xwedî biryar be, lê wê partiya wî bi gelemperî piştgîr be bo wî û li gor berjewendiyên dewleta Emerîka wê alîkariya hêzên Kurdî bikin, belkî bi serokatiya wî bihtir ji ya serok Obama be.
Tevgera Kurd jî weke ku merov dibîne ne li ser heve, yekrêziya rêzanî ne li ber dest e, lewma pêwistiya me pê heye, ku merov karibe rê li ber nakokiyan bigire. Ez dikarim bêjim ku seredana herdu siyasetmedarên Ewropî û Emerîkî, wezîrê karê derve yê berê, ê Ferensa Koşnêr û Balyozê berê yê Emerîka li Kiroatiya Kalbrîs bo “Sêmalka” û hevdîtina wan li gel berpirsên Rêveberiya Xweser, girêdayî pirsa hevkarî û rewşa rêzanî bi tevayî li welat. Dibe ku xaleke giring jî ew be bo lihev anîna hêzên tevgera Kurd û ҫareserî bo bi dawî anîna nakokiyan.
Ji bo ku ev xal hemî bi cih werin û bi rêk û pêk pêş ve herin, barekî pir giran e, nexasma ku em ketine rewşek zor xirab de, rewşa aborî, asayî, rêzanî û zanistî di qunaxeke zor ve derbas dibin, û êrîşên hêzên tirora reş xurt dibin û ziyanê digihênin welatê me.
Dema em hemî destê xwe bidin hev li ser bingeheke rast û destê alîkariyê ku ber bi me dirêje bigirin û bo berjewendiyên xwe bi kar bênin, hêviya serkevtinê xurt dike ku azadiyê û rezgariyê bi dest bixin.
Gelo ew amadekarî li ba hêzên tevgera me heye, ku bikarin roleke sereke di deverên me Kurdan de bileyizin û serkêşiya karê pêşerojê bikin. Li vir diyare li gor seredana Koşnêr û Kalbrîs ku pêwîst e ev lihevhatin giring e û ya dawî bê wê nabe, em bi hêvî ne ku êdî di zûtirîn kat de, ev daxwaz bi cih were û li ber barê giringiyê rabin. Dema ku berjewendiyên gel û welat di ser yê partayetî û kesayetî re bigirin, qet ne zore ku vegerin hevpeymanên Hewlêr 1 û 2 û Dihok û li hev hatinek giştî bi kar were, û dest bi dest ligel hêzên navnetewî kar bikin, armancên gel bi cih werin.
Ev gotar di hejmara 55 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.12.2016