Ji gotinê helbestvan Hekîm Sefqan û awazên mamoste Enwer Bavê Rewan û bi alîkariya komeke zarok, hunermend Ciwanê Amûdê kilîpeke nû li ser Agirê Sînema Amûdê amade kir.
Ciwanê Amûdê ji rojnameya Bûyerpress re diyar kir ku karê xwe bi alîkariya Bavê Rewan wek awazjen û helbestvan Ebdiselam Xoce wek helbestvan berdewam dike. Û got ev kilîp bi boneya pêncî û şeşemîn a salvegera agirê Sînema Amûdê hat, min bi awayekî hêsan û sivik li ser kar kiriye ji ber behsa zarok û êşa wan dike.”
Ciwan berdewam kir:” Me tu alîkarî ji tu aliyan wernegirtiye ji ber ku kilîp li ser zarokan e, hemû bi erkên kesayetî bû, û bi alîkariya kesên dilêş mîna Bavê Rewan, Ciwan Şihab , Hecî “Jîn”, tîma tomarkirinê, gîtarjen Amir Hesen, ûdjen Ehmed Şiweyix, û kemanjen Rewan Ebdilrehman bû.. Di gelek malper, dezgeh, kenal, û rûpelên Facebookê ew stran hate belavkirin.
Ciwanê Amûdê wisa jî got:” Strana min gelekî hate jê hezkirin, niha ez li ser yeka nû kar dikim, ew jî evînî ye, ji gotinê Şemal Seyda, û awazên Bavê Rewan in.”
Hêja ye gotinê ku Ciwanê Amûdê, ku navê wî yê rastîn Ciwan El-Umerî ye, ji xelkên Amûdê ye, pêlav-firoş e, ji zarokatiya xwe de ji hunerê hez dike, ji berî heyşt salan ve dest bi hunermendiyê kiriye, derdora deh stranan pêşkêş kiriye, hemû jî li ser welat û dijî koçberiyê ne.
Ev nivîs di hejmara 55an de, di rojnameya Buyerpress de hatiye weshandin 15/12/2016