Hêzên Asayîşa Rojava bi rêya Tevna Ewlehiya Giştî şaneyeke razayî ya DAIŞ’ê li Tirbespiyê girt.
Tevna Ewlehiyê ya Hêzên Asayîşa Rojava bi riya çavkaniyên taybet du çeteyên girêdayî DAIŞ’ê ku ji bo pêkanîna êrîşan di hundir bajarê Tirbespiyê de hatibûn rêxistinkirin, girtin.
Herdu endamên şaneya razayî Xalid Tariq El-Hemîd (Ebû Welîd El-Ensarî) ê ji Tirbespiyê û xwendekarê sala duyem a fakulteya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê ye û Fehid Mehmûd El-Hemîd (Ebû Esed) sala 1992‘an de jidayik bûye û li zanîngeha bajarê Humsê beşa dîrokê dixwend, in.
Li Reqqayê hat perwredekirin
El-Hemîd ji aliyê pismamê xwe yê ku li Reqayê dimîne ve hatiye bi rêxistinkirin. Pismamê wî bi riya telefonê ew bi DAIŞ da naskirin. Piştî gelek danûstandinan, ew îqnai kir ku were Reqqayê. El-Hemîd daweta wî qebûl dike û diçe Reqqayê.
Li Reqqayê, li malekê hat bicihkirin û li wir 3 rojan li ser amadekirin û bikaranîna madeyên teqemeniyê û bombeyan hat perwerdekirin. Dîsa li vir Xalid serçeteyê bi navê Ebulhadî û pisporê wan ê teqînan ku jê re dibêjin Kerrar nas kirin.
(Ebdullhadî (Ebu Heyder) berpirsyarê ewlekariyê yê DAIŞ’ê li Reqqayê ye. Di sala 1993’yan de li bajarê Tirbespiyê ji dayik bûye.)
Gefa kuştinê lê xwarin
Di vê navberê de, çeteyan kesê din ê bi navê Fehid Mehmûd El-Hemîd (Ebû Esed) jî birêxistin dikin. Hinek çeteyên DAIŞ`ê gef li wî xwarin ku ew alîgiriya YPG`ê dike, ji lewre ew neçarî beşdarbûna nava DAIŞ`ê bûye.
Fehid got: “Ji min re gotin ku me hinek wêneyên te li gel YPG girtine. ev tê wateya ku tu alîgirê wan î. Ango divê ku tu teqînekê ji me re pêk bînî”.
Li vir Xalid vedigere Tirbespiyê û bi hevkariya Ebû Esed dest bi amadekirina bombeyên teqemeniyê dikin.
Cihên cameweriyê yên sivîlan hedef digirin
Xalid got:” Ji min re got giraniya xwe bide ser sûkê û salonên enternetê”. Fehid jî got: “Armanca teqîna me ew bû ku em cihên cameweriyê hedef bigirin. Cihên mîna sûk, nexweşxane, zanîngeh, pir, park û bi giştî cihê ku sivîl lê dimînin”.
Tevî 15 Kg teqemenî hatin girtin
Tevna Ewlehiya Giştî bi riya çavkaniyên taybet gihiştin herdu çeteyan (Fehed û Xalid) û li gel wan dest danî ser 5 kîsên teqemeniyê bigiraniya 15 Kg ku çeteyan dixwestin pê li Tirbespiyê teqîneke mezin pêk bînin.
Piştî lêpirsînê, li xwe mukur hatin ku têkiliyên wan bi DAIŞ‘ê re heye û derket holê ku armanca vê şaneyê pêkanîna teqîneke mezin li Tirbespiyê da ku ewlehiya gelê wir xerabe bike.
hawar