Roja 25ê meha 11an 2016 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya li bajarê Qamişlo civata xwe ya yekemîn ya berfereh lidar xist.
Piştî xuleyek bêdeng li ser giyanê pakrewanan ,û gotina serokatiya yekîtiyê mamoste Wezna Hamid ,û destnîşankirina desteyek rêvebir ji Razgirê Yekîtiyê mamoste Torçîn Reşwanî ,berpirsê ragihandinê mamoste Mihemed Ebdê ,û cîgirê seroka Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif ,û bi amadebûna desteyên rêvebiryên heft şaxên Y.N.K.S.
Civat li ser van xalan hat lidarxistin:
1-Xwendina raporên şaxan (Tevlî rapora şaxê herêma Kurdistanê).
2-Nirixandina pêvajoya Y.N.K.S di qûnaxa bihûrî de.
3-Pêşniyarên ji bo paşerojê.
4-Warê rêxistinî.
5-Mafên nivîskaran di warê nivîs û weşanê de.
6-Rewşa govara Yekîtiyê (Pênûsa Azad).
7- Dana nasnameya endamtiya rûmetî.
8-Rewşa desteya nirixandinê.
9-Çapkirina pirtûkên endaman.
10-Rexne û pêşniyar.
Piştî pejirandina pêşniyarên pêwîst û giring gelek xal hatin veguhestin ji desteya rêvebir re ji bo cîbicîbikirinê û ne derengxistina kar.
Di dawî de bi hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya di xizmeta wêjeya Kurdî de civat hat bidawîkirin.
YekîtiyaNivîskarênKurdistanaSûrya
Qamişlo
25-11-2016.z