Dawûd Çîçek
Piştî ku Tirkiyê ev sê salin piştevaniya terorîstên DAIŞê kir û petrol û gaza Sûriyê û Iraqê ji xwe re bir êdî ew erka DAIŞ temam bû biryara jinavbirina vê rêxistina terorîstî hate dayîn û bi derxistina DAIŞ ji musil û reqayê plana serbazî bi dawî dibe û vêga plana piştî wê tê danîn.
Rûsya û emerîka jî dibêjin ku Sûriyê û Îraqê weku berê namînin û ji bo vê jî şerê niha tê kirin lîstikvanên serekî ketine dewrê (Rûsya, Tirkiyê, Emerîka,Iran, Siûdî, û Qeter…) û her yek li ser parvekirina “kêkê” niha hêz û kaxezên zextê yên xwe bikar tînin.
*Bazariya Rûsya û Tirkiyê
Berya çend rojan Erdogan got “Veladîmir Pûtîn pê re axivtiye û jê rica kiriye ku çekdarên Fethuşam (Cebhet Nusre berê) ji Helebê vekişin û wî jî (Erdogan ) gotiye ser çavan! Ez ê tiştê pêwîst bikim lê ez berve Babê û Minbicê herim û hûn jî rê li min negirin”. Piştî wê serokê Qeterê hate Tirkiyê û 2.5 demjimêran li gel Erdogan goftûgo kirin. Ev e dide xûyakirin ku li beramberî radestkirina Helebê rê li pêşiya Tirkiyê hatiye vekirin niha jî Erdogan bela xwe firotiye navçeya Şehbayê û Efrinê û heya Minbicê. Lê tişta balkêş Emerîkayê jî çavê xwe jê re girtiye û giraniya xwe daye Musilê.
*Erdogan û Lozan û Mîsaqa Millî
Erdogan niha bi eşkerayî niyeta dewleta Tirkiyê tîne ziman û rexne li peymana Lozanê digre û dibêje nabe em li 2016an bi zihniyeta 1923 tevbigerin û divê em li sînorê misqî millî (rêkeftina navbera Ingliz û Fransiyan derbarê Musil û Kerkûk û Heleb) vegerin. Mebesta Erdogan Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û nabe dewleta Kurdî ava bibe û ew rê nadin Kobanê û Efrîn bighên hevûdû.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan dibêje “Mûsil û Kerkûk û Heleb û Hesekê ya me ye!” pirsa serekî jî petrol û gaza Kurdistanê ye.
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglu di serdema xwe de got “Yek dewleta Kurdî heye ew jî komara Tirkiyêye”. Wate eger Kurd dewleta Kurdî dixwzin vaye dewleta Kurdî liba me ye.
Hindek siyasetmedarên Kurd wê yekê niqaş dikin û dibêjin eger sînorên “Misaqa Millî “cîbecî bibe gelo wê ji Kurdan baştir nebe? ji aliyekî ve Kurdistana Rojava û Başûr û Bakûr dibin yek parçe û li şûna sê dewletan em ê tenê li nava Tirkiyê bi şêwazekî siyasî dawa mafê xwe bikin û em dibin cîranê Ewropayê û di pêşerojê de dibin Ewropî baştire ku em di nava Ereban de bin û şerê tayîfî dawî lê nayê ji xwe heta niha Ereb me nas nakin.
Beşekî din ji siyasetmedarên Kurd wê yekê tînin ziman ku eger sîstema wîlayet li Tirkiyê bê pesendkirin ev yek dibe weku federasyonên herêmî li ser bîngeha pêkvejiyanê gelan bi aştiyane. ji xwe em daxwaza dewleta Kurdî yan parçebûnê nakin wê demê dengê Kurdan (Başûr; Rojava; Bakûr) li Tirkiyê wê bi hêztir bin û Kurd wê bibin hêza serekî li wî welatî ….
Li hemberî vê yekê gelo welatên Ereb û Emerîka û Rûsya û Fransa û Birîtanya wê razî bin? Ev e li encama piştî Musil û Reqa dimîne bawer nakim bi hêsanî ev pêk were lê belê eger Tirkiyê bi aqil ba wê ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê hevkarî û piştevaniya Kurdan bikra wê demê gotin dê cudabûya û pêwîstî bi dîwarê li ser sînor nedikir û pêvajoya çareseriyê têknediçû niha em dibînin dewleta Tirk ji her demi zêdetir dijmintiya Kurdan dike li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê xûyaye niyeta Tirkan cuda ye. Ka em binêrin (Saykis)ê Rûsî û (Bîko) yê Emerîkî dê çi jê derkevin.
*Reqa û Mûsil ê kê Ne?
Xûyaye li gor plana Tirkiyê û Qeter û Siûdiyê armanca wan ne tunekirina DAIŞ`ê ye belku ev îsrara Tiriyê li beşdarbûna şere Musilê û Reqayê û Cerablusê û Şehbayê bi hevkariya herdû welatên navborî jibo parastina DAIŞ`ê ye lê bi navekî cuda û li jêr wê de li ser maseyê nexşeya nû ya Sûriyê û Îraqê xêz bikin û bixin jêr bandora xwe.
Heya niha helwesta Emerîkayê û Rûsyayê û Birîtanya û Fransayê derbarê pêşeroja çarenivîsa Kurd ne zelal e dibêjin piştî jinavbirina DAIŞ li Sûriyê û Îraqê em ê biaxivin lê ev e cihê metirsiyê û nîgeraniyê ye, gelo piştî karê wan bi me xilas bû dê li ser masê em hebin yan nebin? gelo ev axa ku Kurd bi xwîna xwe av didin jê re bimîne û nebe cihê bazariya berjewendiyên van welatan , ev e cihê pirsyariyê ye?
Bi dîtina min de eger wisa be heta welatên weku Emerîka û Rûsya rêveberiya Kurdî û Federalîzma Rojava nas nekin û Kurd li ser masê nebin pêwîst nake Kurd beşdarî li şerê Reqa bikin û pişt re li ser tepsiya zêrîn teslîmî yên weke Erdogan û Zûbî û Erebên faşîst bikin.
Ji aliyekî dinê ve bi dîtina min de dive şervanên li Şehbayê di vê demê de di rewşa xweparastinê de bin û êrişên li ser DAIŞ`ê bi bê hevkariya hêzên hevpeymanên navdewletî tiştekî nekin ku niha mijûlî operasyona Musilê ne û bila hêzên ser bi Tirkiyê berve Babê ve diçin ber ve kû ve diçin bila herin pêwîst e hêzên Kurdî xwe ji rûbirûbûna Tirkiyê vê demê dûr bixin.
Kurdên başûrê Kurdistanê dibêjin ew tiştê ku bi siyasetê û destura îraqê (madeya 140î) nehate cîbecîkirin îro bi xwînê tê cîbecîkirin û li Rojavayê Kurdistanê jî bi xwîna şervanên YPGê û YPJê û şervanan ev destkeftên bi rûmet hatine qezenckirin divê em hemû biparêzin.
Ev gotar di hejmara 53an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin1.11.2016