Sudoku 数独
Her kes lez dike ku xwe bigihîne şemendefirê. Tevî ku bilêta her kesî di destê wî de ye jî, nearamîyê neqişa xwe li rûyê wan daye, wekî ku dê kesek rûniştekên wan biçilfisîne. Lê ez, hestekî bi vî rengî xwe li min negirtiye, çi ku ez her dem pişta didim dîwarê qederê û min bawerî daye nimreyan (mebesta min nimreyên bilêtan e). Sedemeke hêja ya wê giranîya min a di siwarbûnê de heye, ew jî ji ber ku ez tenê me, tu tişt bi min re nîne; ne çente, ne kîs, ne heval, ne jin, ne…, ez bi tena serê xwe me û ez li rê û rêwîtîyê terqîyame. Vegera malê ya piştî şeş mehan, hestên bîyanîbûnê di hundirê meriv de diçîne.
Ez li şemendefirê siwar bûm û min xwe berda wagona duduyan a pileya duduyan; dê siwarên wê ji rojnameyan û girnijîna hostesan bêpar bimînin. Rûnişteka ku nimreya wê “45” bû, vala û bi tenê bû; dê tu cîranên xwîngiran li min nebin bar û bela, nemaze ji bo kesekî mojmojî û rengarengî wekî min.
Ez li ser rûniştekê rûniştim û min cî da ber rêpîvana çavên xwe (siwar bi kelûepelên xwe xerîk bûne û hîn ji cî û cîranên xwe re vala nebûne. Hîn sîpeyan jî Bluetooth pênexistiye da ku qîzan di dafikên xwe de wer bikin.)
Ji bextê min ê çê ku rûnişteka min bi hêla birêveçûna şemendefirê bû (ez pir tengezar dibin heger rûnişteka min tersî hêla birêveçûnê be). Cameke nepenkirî û sernixumandî, her du beşên wagonê ji hev vediqetande; ku rûniştek li pêşberî hev in; lawikekî piçûk li ser rûnişteka li hemberî min heye, camek di navbera me de heye ku tevgeran ji hûrgilîyan rût dike. Ji nişka ve jinek ber bi lawik ve tê, çente û firaxên xwe dide hev (wekî ku nû hatibe berdan û li rêya vegera malê be). Nizanim çima vî hestî xwe li min pêça û min wisa hizir kir ku ew berdayî ye, çi ku ew mijûl bû û tu amajeyên bi vî rengî, xwe li ser rû û dîmenê wî nîşan nedida; min ev tişt didît ji ber ku jora camê ne nixumandî bû.
Lawik (lawikê piçûk ê wê jina berdayî -li gor hizira min a sersar-) bawîşkîya û li dirêjahîya rêyê kete xeweke giran. Di şemendefiran de, reng e ku herî zêde ev yeka han dayîkan rehet dike, ji ber ku xewa wî ya ji destpêka rêyê ve tê wateya ku dê ev rêwîtî dûrî serêşîyê be.
Zarok raza û dawîya dawî wagonê xwe li tebatîyê danî. Her kesî cîyê xwe girt û îcar Bluetooth hatin pêxistin: Hinan xwe berda nava axaftinê; hinan guhên xwe dan stranên di telefonên xwe yên berîkê de û çend kesan jî temeşeya filmê Spider-Manê yê li ser ekranê kir.
Gava ku jina (di hizira min de berdayî) cîyê xwe girt, min nema karîbû sîmayên rûyê wê li paş cama sernixumandî rind bibînim, êdî min xwe spart wêneyê wê yê berî qasekî -dema ku çenteyên xwe bi keys dikirin; ew wêneyê ku mohra xwe li tora çavên min dabû. Min pêbihîstokên xwe dan ber guhên xwe:
“Ez çûme nav baxçê gulan
Zanim ku min berdaye rê…”*
Pêbihîstokan alî min kir ku ez xwe ji dengên derûdora xwe bibirim û êdî min xwe berda nava gîyanê stranê, pê re jî min tilîyên xwe bi nehwirandin û miremir dilivandin. Lê hingê min xwe berdabûyê, ez hay ji xwe nemabûm û xuya bû ku nehwirandin û miremirê ez vedizîbûm û gihabû tilîyên pêyên min jî. Tiştê ku ez hişyar kirim ew bû ku tilîyên pêyên min bi tiştekî ve terpilîn û ahenga wan birî, îcar min çavên xwe kutan jêr, ku berevajî hêla rastê ya ku hişê min terqandibû, du pêyên din ew rûbera jêrîn bi min re bi par ve dikir. Cam danediket heta bi jêr ve û navbereke vala dihişt ku têra tevgereke azad a du cotên pêyan dike. Wax! Sêwirînerê vê wagonê çendî zîrek e, wisa dîyar e ku Fransiz e (tenê endazeyarekî Fransiz dikare bihizire ku navberekê ji bo pêyên terqîyayî çêke).
Hişê min bi wê navbera jêrîn xerîk bû; êdî min ahenga stranê ji bîr kir û min dest bi ahengeke nû kir. Pêlaveke jinane ya reş -rengê reş çendî delal e? Ev reng tenê tu carî ji pîvanên modayê nakeve- ku çermê wê bi hostatî hatiye hûnandin, lê panîya pêlavê nizm e, wekî weha hatibe çêkirin ku neşike. Ez dibêjim qey pêlavfiroş ev yek ji xanimê re gotiye: “Modeleke nûjen û xweşkok e, dê panîya wê tu carî neşike û xera nebe. Jixwe tam li gor bejna te ye; heger hebekî dirêjtir bûya dê li bejna jineke kintir bihataya.”
Sola min jî reş e, lê tu tiştekî balkêş tê de nîne ku kesek pê mijûl bibe. Şoka pêşîn rasthatinî bû, pêlava jinane ber bi paş ve vekişîya, pê re navbereke baş hişt ku sola reş -a nebalkêş- xwe ber bi pêlavê ve bixuşîne û bide pey wê bêyî ku kirasê nebalkêşîya xwe biçirîne û çavên tu kesî bibe ser tevgera xwe. Sola reş, serikê gupikî yê pêlava reş peland û tevgereke nazik tê de çand ku karîbû bigihe hestên pêyan. Pêlava jinane tengijî û zivirî ber bi hêla rastê ve, îcar sola nebalkêş bi baldarî da pey wê (navber piçûk e û rê nade yekê ji wan ku xwe ji şanogehê vekişîne).
Sol: Pelandin û xwehesikandineke din a sivik.
Pêlav: Liberxwedan û naz û nûzîyeke beloq.
Sol bi qasî du tilîyan berepaşkî zivirî û berê xwe da alîyê çepê, pê re pêlav jî bi heman navberê berepaşkî zivirî, berê xwe da hêla rastê û çar tilîyan berepêş çû. Nazdarîyeke din eşkere kir ku piştî du xulekan, dê navbera dilbijîn û bahê bê ber nikilê mirinê û bibe sifireke gilover. Gerwerzîyê du xulekan ajot; êdî ji ber xwevedizîn û xapandinên zîrekane û bikaranîna her qurçikeke rûbera heyî -heta di navbera zemîn û camê de jî, navberê firehtir xuya kir; belam maweya sê xulekan têra vekuştina nazdarîyê kir. Piştî kedeke giran, pêyan xwe ji pêlava jinane şûtûrût kir û sola nebalkêş jî berî xulekekê xwe li tazîtîyê danîbû; êdî sol û pêlavê bi qasî neh tilîyan berepaşkî danişîn.
Pêyên tazî dikarin navberê bi rengekî çaktir bi kar bînin (pêlav, perdeya şerma pêyan e).
Tilî hino hino bi pêş ve ketin û gava ku wan hev peland, lerzekê xwe berda kunkunoşkên wan. Agir bi tilîyên (A)yê ket û lerzokan xwe li tilîyên (B)yê pêça, îcar bi qasî tilîyekê berepaşkî çûn; pê re (A) bi qasî du tilîyan bi pêş ve çû. Piştî du sê hewldanan, lerzok miribûn û êdî li wir, li dirêjahîya du xulekan, tilîya beranekê û tilîya nîşandanê yên (A)yê karîbû hemkûfên xwe yên (B)yê hembêz bikin.Tu şile û şilavî ji nav tilîyên (B)yê neherikî. Tilîyên (A)yê bi paş ve vekişîyan da ku cîyê hevhembêzkirinê biguherin; dilxweşkirin û xweşîrînkirina li ber dilê tilîyên din dest pê kir. Para nenûkan jî heye; divê bahê ro bikin pîyaleyê û jê binoşin. Xwîn bi germî di nava pêyan de herikîn û kevala dilbijîn û bahê bi nearamî kêşa. Tilîyan -a bernaekê û ya nîşandanê- xwe bi tundûtûjîyeke girantir avêt hembêza tilîyên (B)yê. Tu şilavî neherikî. Bah teqîya û pê re şilavîyeke sor ji nava tilîyên (B)yê derket; diloepke xwînê ya piçûçik bû. Tilîyên (A)yê berepaşkî çûn, çi ku wan karîbû -tiştekî- biherikînin. Wê hingê, bi qasî neh tilîyan ber bi paş ve vegerîyan û ketin sola nebalkêş. Tilîyên (B)yê jî bi qasî neh tilîyan ber bi paş ve dagerîyan û ketin nava pêlava reş a xweşhûnayî.
Min pêbihîstokên xwe dîsa dan ber guhên xwe û ez bi derve bilîyam, lê min nikarîbû guhên xwe li ber tu tiştî bidêrim. Ez bi qasî du demhejmêran razam û gava ku ez li ser dengê xirecir û qelebalixê hişyar bûm, siwar dîsa bi berhevkirina firaxên xwe xerîk bûbûn û dikir ku peya bibin. Li rûnişteka pêşberî min jî, jinek (yeke ku wisa xuya ye nû zewicîye) û zarokê merivekî wê pê re ye. Jora camê rê dida dîtinê û berevajî jêra wê, ne nixumandî bû. Min rûyê wê baş dît, tu tişt bi min re tunebû; ne çente, ne…, ne…
Dema ku min kir ez dakevim, çavên min li jêr ketin: Xaleke sor hebû. Min bi girnijîn lê nêrî û ew derbas kir, lê girnijîna min bala wê hîç nekişand.
Jineke Laşqot*
Derî bi carekê re dadayî ye.
Na, tew kilîdkirî ye jî!
Comparsa
– Peya:
Çend jin derbas bûn, wan bi çavpoşîlê nêrî, yekê meşa xwe giran kir, yeke din çavên xwe şikandin, a çaran ji Xwedayê mezin lava kir ku wê bibexşîne. Jin kenîyan dema ku wan pişta xwe da kolanê û axaftina der barê wê de domîya heta ku her yek ji wan ranêzîkî mala xwe bû.
Gêncên sîpe, bi bah û çavbirçîtî li laşê şilfîtazî nêrî, rûber û hûrgilîyên laşê jinane dan ber pîvana çavçilekîya xwe, keser kişandin û ketin xewn û xeyala laşê rût; wekî ku bimeşin û ew laş di bin çengê wan de be.
Jinek û zarokê wê di wir re derbas bûn, zarok tepek li dêya xwe xist û girnijîneke mezin mohra xwe li rûyê wî da. Dayîkê di bin çavan re li lawik nêrî lê ew jî di naxê xwe de girnijî.
Pendyarek lezê dide gavên xwe, dema ku wê laşvêvirandîyê dibîne, xwe bi dengekî bilind lavayî Xwedê dike ku wî bibexşîne: “Tew serqotî ne bes bû, na! Niha dê hino hino cil û bergan jî biavêjin heta ku bigihêjin jêr; wey jêra êgir ya Rebî! Axirzeman û Ûrmîyan e!
– Zuhrabê xetkêş:
Dûrî dikanê bi çend gavan, dest avêt pênûsa xwe û xetên xwe bi lezgînî û dînîtî kêşan: Kevala jineke laşqot.
Keval li jêr pêsîrê hilawist. Na, bi qasî çend tilîyan jê berjêrtir.
– Aram Kerîkoryan ê wênegir:
Çend wêne ji çend qorzîyên cihêreng girtin, pê re hewl dida ku çavên kesên derbasbûyî hişyar neke; şewqa flaşê hêdî hêdî diavêje ser laş.
– Laş:
Rûberên por wisa sar û bêgîyan dixuyin, gerdena hilû nêzî gîyan dibe dema ku hest têra vê navberê dike, memikan serî bi hemdê xwe hildane û ran çeleng in, agir bi meriv dixin.
Derîyê dadayî, na, ê kilîdkirî:
Piştî ku firavîna xwe xwar û dagerîya, hemwarên wî, dikandarên derûdora wî, pêşwazîya wî kir:
– Malviritîyo, tu çawa mankenê wilo tazî dihêlî, van tezepêkhatî û dinyanedîtîyan hîn tiştekî weha nedîtiye û nebînaye kuro?
Soromoro bû, kete ber fedîyê û rûyê xwe da ber tepan, pê re jî hema çû manken bi cilan nixumand.
Paşperde:
Peya:
Jin; gava ketin nav nivînan û xwe avêtin hembêzên mêrên xwe, her yekê ji wan nûçe bi guhnelî û şewat digot.
Sîpeyan; bi ketina şevê re, her yekî pişta xwe çend caran anîbû.
Zarok; têra xwe girîya dema ku hewl dida sînga dêya xwe ya ku ew berî çend mehan ji şîr ve kiribû, bivêvirîne.
Ê pendyar: “Wisa dixuye ku em ê demeke dirêj li bende perî û hûrîyan bimînin!”
Zuhrabê xetkêş:
Wêneyekî Aram Kerîkoryan bir û ew bi dîwarê odeya xwe ya bikirê ve hilawist.
Aram Kerîkoryan ê wênegir:
Dixwaze bi xelkê bide bawerkirin ku ew wêneyekî rastîn e li wê kolana giştî ya ku hîn manken nas nekirine.
(* Peyva “laşqot”ê li ser bingeha peyva “serqot”ê ya Kurdî di vê çîrokê de hatiye dariştin û bikaranîn, an ku peyv tenê ji ber armanceke wêjeyî ya girêdayî vê çîrokê hatiye bikaranîn, ku peyva resen a Erebîyê jî bi heman rengî -ji ber sedemeke wêjeyî- hatiye dariştin û bikaranîn. Helbet hin hemwateyên din ên xwerûkurdî ji bo vê peyvê hene, wekî: Tazî, şûtîtazî, şilfîtazî, rût…hwd.)
……………………
Ebas Mûsa: Di sala 1983yan de, li bajarê Tirbespîyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye. Di sala 2013an de, Beşê Zimanê Erebî yê Zanîngeha Tişrînê ya Sûrîyeyê qedandiye. Ji sala 2003yan ve dest bi nivîsîna kurteçîrokên bi zimanê Erebî kiriye. Di sala 2008an de, tevî hin helbestkaran, kovareke bi navê “Pirtûka Dojehê” weşandiye lê ji ber sedemên aborî û zextên hêzên ewlekarîya Rejîma Beisê ya Sûrîyeyê dewam nekiriye.
Li kêleka nivîskarîya bi zimanê Erebî, ew gotar û çîrokên bi zimanê Kurdî jî dinivîse. Niha li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dijî û mijûlî xebatên sivîl, ragihandin û wêjeyê dibe û her wisa sernivîskarê beşê Erebî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye ku li Rojavayê Kurdistanê tê weşandin.
Berhemên Wî:
– Şampûana Bi Bêhna Sêvan (bi zimanê Erebî), kurteçîrok, Sazîya Çarçirayê ya Çandê, Qamişlo, 2016.
– Jineke Laşqot (wergera heman pirtûka jorîn e lê li jêr serenavekî din), kurteçîrok, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016.
Berhemên Neçapkirî:
– Elqenas (Segvan), nivîsên pexşanî yên bi zimanê Erebî.
– Sîwanên Rengîn, kurteçîrokên bi zimanê Kurdî.
Di rojnameya Bûyerpress, hejmara (53)an de hatine weşandin.1.11.2016