Behzad Dawûd
Dema ku mirovên bê nasname gazindên xwe ji çewsandin û zordariya desthelatên Sûriyê yên li pey hevdu dikirin , û bi çirûska yekem ji şoreşa wî welatî re ku berya bêhtir ji 5 salan destpê kiriye, riwê wê pêkhateya Kurd ku nîşanên mandûbûnê li ser diyar bû , ji nû ve geş bû û hêviya bidawîkirina 50 salên tal ,jiyan ,herwisa omîdewarî bo qerebûkirinê jî afirî, lê têgihiştina tunebûna çareseriyê û hilweşandina xwena ku bi dehan sal çaverêkirîbû piştî bi gorkirina wateya şoreşê li Sûriyê û guhertina wê bo standina tolên kevnar di nav herdû beşên musilmanan de, herwisa şêrê welatên zilhêz bo bercewendiyên dûr û dirêj ku li ser nexşeya wî welatî bi rê ve diçû û diçe, xwenên şêrîn kuştin.
(Mektûm Qeyd) wate Kurdên bê nasname hest bi wêraniya dar û kevir û wêraniyê li welatê xwe dikin û li hember giyanê sivîl û pakrewanên rûmet û azadiyê , herweha bi milyonan awareyên navxwe û penaberên rêçên mirinê, xam ji nivîsandinê şerm dike, lê tenê bang ew e: (Em ta niha jî li jiyanê ne, ne mirî ne , me jibîr nekin(
karvedana serjimêrya sala 1962an ji dûr nakeve, cihê xwe di buxçika koçberiya me de misoger kiriye lewma em baca wê li pîştî sînoran jî pir didin.
KURDISTAN:
Omîd û xwena bindest û çewsandiyan, cihê gilî û gazinan, yekem care geşbînî û hêvîgirêdana bi hestên netewî û biratî, şikest û ew herêm jî mîna hemû welatên xwedan desthelat û yasa, tenê reftar bi kaxez û belgeyan dikir û li gora rênmayên desthelata navxweyî û bi herweha yên rêxistina neteweyên yekgirtî bi her penaberekî re dikir û vê yekê bandorek nerênî li ser malbatên Mektûm çêkir di babetên xwendina zarok û ciwanan de herweha ew malbat ji daxwazên vexwendina penaberan bo welatên Rojava mîna KENEDA û hin welatên din bê par kirin.
Ya balkêş û dil tezîn ew bû :
Hewlêr paytexta kurdistana Başûr biryara nuhnekirna kertên mafê penaberiyê bo MEKTÛMAN di sala 2014an der kir û wê yekê karvedanên ne tenê derûnî belku abûrî jî li pey xwe çêkirin û karkerê malwêran yê ku li derveyî bajêr kar dikirin, neçar dibûn bi pereyên bêhtir û bi rêkên qaçax siwarê otombîlên bi kirê bibin û biçin ser karê xwe û axavtina fermanbereka Kurd di ofîseka Neteweyên Yekgirtî de li Hewlêr bi hebûna kaxetên sexte bi navê “Mektûm Qeyd” ku hin ji hilgirên wan yek tîpê bi zarava Kurmancî nizanin û xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, sedemek ji rawestandina dana mafê penaberiyê bo mektûman didît!!!
Hebûna pirgirêkên darayî û jidestdana hêviyê ji ber reftarên dezgeh û saziyên herêmê û erzanbûn û xweşkirna rêkên koçkirnê ber bi EWRUPA ve , hêviyek nû bo mektûman afirand û hejmarekê ji wan berê xwe dan buhişta ser zemînê û her çendî li welatên mîna Turkiyê, Yûnan û Sirbiya rastî hin pirsgirêkan hatin lê xweşbextane pêlên mezin yên Koçberan amadekariyên tund têkbirin û paşguhxistina fermanberên wan welatan bûn alîkar bo gihiştina Rojavayê Ewrupa.
Li Ewrupa :
Ji nû ve Mektûm hest bi tunebûna war û maf û mirovahiya xwe kir, çawa ne dema ku nexweşiya çêkirna belgeyên sexte yên mektûman bû sedemek ku dadwerên welatekî mîna Elmaniya doza belgeyan li kesekî bike ku hêvî dikir ji berya bi dehan sal bighê wî welatê demukrat û çîroka binpêkirna mafê xwe li pêşberî dadwerekî Ewrupî bibêje, hevdem tiştê balkêş ew e ku xelkên bajarên mîna Laziqiyê ku aram e û neşteciyên wî ji pêkhateya Elewî ne, bi rêka kaxetên mektûman mafê penaberiyê ji berya 2 salan ve wergirtibû û ji bilî Endamê rêxistinên çekdar yên tundirê li Sûriyê ku maf werdigrin bibe çi pirsgirêkê.
başê Mektûm li Laziqiyê hebûn? yan wergerê ziman dilxwazê welatiyê xwe bû? Her eger dibe lê Kurdên Mektûm tenê bacê didin.
Malbat ji hev hatin qutkirin û hêviya anîna endamên mayî yê malbatên Mektûm ji Turkiyê , Herêma Kurdistan, Libnan Pir zore û hema mehal e lewma çi dayik yan bav yan jî zarok bi tu şêwazekî nikarin malbatên xwe lihev kom bikin û bînin cem xwe.
Sedema sereke jî nebûna belgeyan e û nemûneyên vê babetê li welatekî wekî Elmaniya pir in ku bêhtirî 30 mehan in dayik ji hevjîn û zarokên xwe dûr e û diravek pir jî ji bo dîtina çareseryê xerckiriye lê bê sûd. Tenê Mektûm li Ewrupa nexweşiya derûnî diçespîne.
(Pir bijî Pir bibîne) :
Ne tenê Mektûm li Sûriyê û Bidûn li welatê Kiwêt hene.
Me cêwiyê xwe yê sêyemîn jî dîtin û sedema bênasnamebûna wan jî rêjîma Sûriyê ye!!!
Belê ew xelkê Efxanstanê ne ku berya bi dehan sal koçberî Îranê bibûn û hemû belgeyên wan yê Efxanî desteserkirbûn , tenê mafê penaberiyê bidest xistibûn.
Piştî destêwerdana serbazî ya Îran di şerê Sûriyê de. Desthiladarên wî welatî kertên penaberiyê ji Efxaniyên temen 18 ta 35 sal standin û ji wan xwestin bo dema 3 mehan li Sûriyê şer bikin, paşê careka din wan belgeyan li wan vegerînin û wê biryarê her kesê xêzandar û xwedan zarok jî li xwe girt lewma wan kesan jî bi bê tu belgeyê berê xwe dan Ewrupa.
Bê guman û li ser zarê hin malbatên Efxan ku berê gencên wan dabûn şer li Sûriyê, 2 salên çi tiştekî ser çarenivîsa zarokên xwe nizane.
Pirs pir in û mijar mezin e û Mektûm qeydê kurd li Ewrupa bi pileyekê tenê ji yê li welêt bilindtire ji ber ku bi Qereçiyê
Ev gotar di hejmara 53an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin1.11.2016