Wekî pispor pêşinyar dikin eger hebên “Aspirînê” bi wan awayan bênbikaranîn wê sûdên wê hebin. Lê dîsa jî di her nexwaşiyekê de rêya herî baş serî li bijîşkan dane. Hin nerihetiyên ku rojane derdikevin pêş jî bi rê û rêbazên waha jî ji aliyên pisporan ve tên pêşinyarkirin.
– Eger pirsgirêka we ya qalikê por hebe û bi giştî dixwazin jê rizgar bibin Aspirîn biceribînin.
– Yan jî 3 Aspirin bînin asta tozê û tevli wê şampuana ku hun digrin destê xwe bikin. Pora xwe bi vêna bişon, 5 xulekan rawastin û piştî wê bi şampoya normal carek din bişon. Di heftê de 1 yan 2 caran vêna dîsan biceribînin.
– Ew reşik û pirzikên ku xweşik buna ruyê we xirab dike hûn dikarin bi Aspirin ê kêm bikin.
– Aspirin an dinava ava lîmonê de têkel bikin û ji bo wan reşikan bikar bînin. Çend xulekan li ser rûyê xwe bihêlin û bişon. Vêna her roj biceribînin.
– Bi şoxlandina Aspirîn hun dikarin ji tevahiya lekeyan rizgar bibin. 3 Aspirin a dinava nîv bardax av de bihelînin . 2 demjimêran li ser wê cilê xwe yê bi leke bihêlin û bavêjin makîne ya cilka.
– Gulên we bi Aspirin dikare were parastin. Çend Aspirin bixin nava ava gulan de û li gorî dilê xwe gulan jêkin û bi nîzam bikin. Piştî çend rojên din guldanka xwe biguherin.
– Hun bi çend Aspirin an dikarin wan warmandinên ku di bêwil ango difna we de ji ber sedema Piercing ava dibe tedavî bikin. Bi şoxlandina 4 Aspirin a ew cihê ku werimiye li ser pêkbînin û lêbidin û hûn dikarin her roj jî dubare bikin. Sûdên wê hûnê bibînin.
– Aspirin ji bo li paniyê piyê we de şane û çermê mirî dikare ji we re bibe alîkar. 3 Aspirin a dinava 1 kevçik ava lîmonê û 2 kevçik jî av de têkel bikin. Perçeyekî ango qumaşekî gerim bikin û bi alîkariya vê perçeyê wê têkeliyê li cihê pêwîst bidin û piştî 10 xulekan bi kevirê paniyê paqij bikin. Heya ku çerim nerim bibe vêna dewam bikin.
– Aspirin ji bo kêmkirina wermê û moz û mêşê dibe alîkar. 3 Aspirin a dinava avê de bihelînin û li cihê ku hatiye gezkirin bidin. Dema ku hişk bu bi ava nîv sar û gerim bişon.
– Aspirin wê sorbûn an jî şewata di laşê we de dikare derbas bike. Çend Aspirina di nava çend dilop av de bihelînin, li cihê ku hatiye vedan bidin û çend demjimêran bendê bin pişt re jî bi ava nîv sar û gerim bişon.
– Aspirin ji bo piçûkbûna keloidan dibe alîkar. 4 Aspirin a bi ava lîmonê tevlîhev bikin, li cihê ku keloid heyî bidin û herî kêm 20 xulekan bendê bin. Piştî ku hişk bu bişon û bi rûnê zeytunê nerim bikin.”Ajans”.
Ev gotar di hejmara”53″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1 .11.2016